Lîstika "Medea" diyarî gelê kurd ê Rojava hat kirin

  • 09:33 12 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
WAN - Di roja duyem a Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê de lîstika "Medea" hat lîstin. Derhênera lîstikê Şebnem Yusifî anî ziman ku di pêvajoyek wiha dijwar de ew bi zimanê xwe lîstikên şanoyan amade dikin û dilîzin loma ev ji bo wan gelek bi wate ye. 
 
2'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya ku ji aliyê Şanoya Mencelê tê li darxistin û diyarî Evdirrehîm Rehmî Hekarî hat kirin di roja xwe ya duyem de didome. Di roja duyem de lîstika bi Kurdî ya bi navê “Medea” ji aliyê ekîba Teatra Rojhilat hat lîstin. 
 
Lîstika “Medea” ji aliyê temaşevanan gelekî hat ecibandin û temaşevanan ji bo lîstikê li çepikên xurt xistin. 
 
'Ji bo me gelek bi wate ye ku em bi zimanê xwe şanoyê dikin'
 
Piştî lîstikê Hevserokê Şaredariya Îpekyoluyê Azim Yacan plaket da lîstikvanan. Piştre derhênera lîstikê û di heman demê de lîstikvan Şebnem Yusifî axivî. Şebnemê got:"Di pêvajoyek wiha dijwar de ew bi zimanê xwe lîstikên şanoyan amade dikin û dilîzin loma ev ji bo wan gelek bi wate ye. Wekî her demê di vê pêvajoyê de jî gelê kurd bi zilmê rû bi rû tên hiştin. Ez vê lîstikê diyarî gelê Rojava yê ku niha li dijî êrişan li berxwe didin, dikim."
 
Dê di roja 3'yem de jî saet di 16.00'an de lîstika “Medea” ji aliyê ekîba Teatra Rojhilat û ya "Ji Akademiyê  re Raporek" ji aliyê Ekîba Stenbolê ya Şa Performans bê lîstin.