‘Helbestên min serhildana ziman e’

  • 09:05 10 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Payiz Dûrsûn pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Payîza emrê min, buhara dilê min” bi zimanê kurdî çap kir. Payizê bal kişand ser qedexebûna zimanê dayikê û got; “Divê em qedexeyan nas nekin û zimanê xwe li her qadê bidin jîyîn.”
 
Payiz Dûrsûn pirtûka xwe ya yekem ya bi zimanê kurdî ku weke “Payîza emrê min, buhara dilê min” bi nav kiriye di fûara 7’emîn a  Amedê de îmze kir. Fuara ku bi sedan weşanxane û nivîskar tevlî bûne rastî eleqeyek mezin hatibû. Bi taybet nivîskarên kurd ên nû bêhtir bal dikişandin. Yek ji wan jî nivîskara jin Payiz e. Payiz a ku ji Navçeya Lîcê ya girêdayî Amedê ye di temenê 56 salî de ye. Wê qet dibistan nexwendiye, lê bi xwendina ji derve re ew giha asta zanîngehê. Payizê di derbarê jiyana xwe de wiha got; “Min bi xwe hewilda û ez nivîsa kurdî fêr bûm. Ji armancên ji dil û mafdar re tiştek nabe asteng.”
 
'Ez bi pênûsa xwe dibim bersiv'
 
Payizê di destpêkê de wiha got; “Car car bi hemd û car car jî ne bi dest, min qala jiyana xwe kiriye. Bi wê re min ji hemû êşa kurdan payek girtiye dest.  Bê guman tenê kurd êşa kurdan fêm dike û tenê nivîskarek kurd wê bikaribe kurdan baş bîne ziman. Em bi zimanên qedexe, bi cilên qedexe re mezin bûn. Heyîna me jî qedexe bû. Dema ez di nexweşxaneyan de bi zimanê xwe diaxivîm biçûk dihatim dîtin û min nedikarî pirsgirêka xwe çareser bikim. Ev bûyerane qet ji bîra min naçe. Ez îro bi pênûsa xwe dibim bersiva wan bûyeran. Helbestên min serhildana min a ji bo ziman e. Divê hemû civak jî di ferqa rastiya xwe de xebata xwe bi rê ve bibin. Çi dikandar, çi ajokar, bijîşk, û çi ji nivîskar be.”
 
‘Ji zaroktî heta niha derengmayîna min e payiz’
 
Payizê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Min di temenekî dereng de êşa xwe bi ziman kir. Ji zaroktî heta niha derengmayîna min e payiz. Bihar jî vegotin û geşbûna wan hestên derengmayî ye. Pirtûk bû zimanê dilê min ji ber wê yekê evîn û êşa min e. Me koçberî, qedexe, kuştin û zilim bi çavê xwe dît. Êşên wan di kûrahiya dilê me de ma her tim. Deshilatdar polîtîkayek qirêj li ser ziman dide meşandin. Divê em qedexeyan nas nekin û zimanê xwe li her qadê bidin jîyîn.”
 
Payizê herî dawî anî ziman ku ew ê di rojên bê de dest bi nivîsîna roman û pirtûkên din jî bike û got; “Ez ê bi zimanê xwe binvîsim û bibim yek ji nivîskarên Kurd.”