Kela Rebetê ya dîrokî bi çarenûsa xwe rû bi rû tê hiştin

  • 09:17 9 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
Roza Metîna
 
AMED - Kela Rebetê ya dîrokî ya serdema sedsala 4'emîn ku li Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye bi çarenûsa xwe rû bi rû hatiye hiştin. Kela ku divê bê restorekirin û deriyê wê ji tûrîzmê re bê vekirin ji aliyê nêçirvanên gencîneyê ve hatiye hilweşandin. 
 
Kela Rebetê ya dîrokî ya 15 km şûnde li Rojavayê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û li gor agahiyên ku hatine bidestxistin ji serdema sedsala 4'emîn maye, bi çarenûsa xwe rû bi rû hatiye hiştin. Kela Rebetê ya ku 15 kilometreyî ji Dêrika Çiyayê Mazî dûr e ji kevirên kavil hatiye çêkirin. 15 birc û 4 nêrîngehên bilind ên qansî 15 metreyan bilind ên Kela Rebetê ya bi heybet hene. Ev kele di dîrokê de wekî baregeh hatiye bikaranîn û bermahiyên wê yên qesra fermandar hene. Kela Rebetê ya dîrokî ku divê bê restorekirin û deriyê wê ji tûrîzmê re bê vekirin ji aliyê nêçirvanên gencîneyê ve hatiye hilweşandin û ji aliyê wezareta tûrîzmê ve nayê parastin.  
 
Gelek berhemên dîrokî yên Kela Rebetê hene
 
Li gelek cihên Kela Rebetê serdav hene û şopa malên biçûk jî tên xuyakirin. Li aliyê rojhilatê kelê jî dêra ku tê gotin ji Bîzansan maye heye. Kela Rebetê bi gelek berhemên xwe yên dîrokî balê dikşîne û li ser tehtekî asê hatiye avakirin. Ji ber ku cihê kelê asê ye bi meşa qansî saetekê ancax mirov dikare xwe bigihêjîne kelê. Dema mirov li kelê dinêre cihê wê gelek fireh e loma tê texmînkirin ku hejmara kesên li vê kelê dijiyan zêde ne. Li kelê tewlên hespan û alifên wan ên ji kevir hatine veroştin jî balê dikşîne ser xwe. Li gor hinek agahiyên ku hatine bidestxistin Kela Rebetê di serdema Artukiyan de hatiye restorekirin û agahiyên hîn zelal û zêde yên berî serdema Artukiyan nehatiye bidestxistin. Li rojhilat û rojavayê kelê du derî hene. Li gor bermayiyan tê famkirin ku li binê kelê embar û hinek baregeh hene. 
 
Kela Rebetê ya dîrokî bi çarenûsa xwe rû bi rû tê hiştin
 
Kela Rebetê ya dîrokî ku divê bê restorekirin û deriyê wê ji tûrîzmê re bê vekirin û xwediyê şopên bi heybet û dîrokî ye ji ber nêçirvanên gencîneyê gelek cihê wê hatiye hilweşandin û bi çarenûsa xwe rû bi rû hatiye hiştin. Her wiha Kela Rebetê ya dîrokî ya ku xwediyê girîngiyek taybet e û xwediyê şopên şaristanên cuda ye, ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve nayê parastin. Berhemên keda mirovan ên dîrokî yên Kela Rebetê li hêviya parastin û xwedîderketinê ye. Ji bo parastina hebûna berhemên dîrokî yên dewlemend û restorekirinê gav nayên avêtin. Rê li ber gelek sedemên ku hebûna çandê tehdît dikin nayên birîn.