‘Bi kurdî axaftin, bi kurdî nivîsandin azad dike’

  • 10:53 6 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Endama Koma Helbestan a Amedê Nurcan Delîl di fuarê de pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Risteyên Gazincbar” îmza kir. Nurcan wiha got; “Bi kurdî gotin, bi kurdî nivîsîn azad dike.”
 
Di 7’emin Fûara Amedê ya ku ji aliyê TUAYB’ê ve hatiye amade kirin de nivîskarên kurd pirtûkên xwe ên nû pêşkêş kirin. Di fuarê de 160  weşanxane û saziyên sivîl beşdarî pêk anîbûn. Di nava van de weşanxaneyên bi Kurdî tevilbûnek bi hêz pêkanîn. Nurcan Delîl di weşanxaneya J&J de pirtûka xwe ya yekem a bi nabê “Risteyên Gazincbar” bi zimanê kurdî weşand. Nurcan di axaftina xwe de ji me re wiha anî ziman; “Dema min bi zimanê dayîkê helbestan dihona, min xwe azad tir û bi hêztir difikirî. Baweriya min a bi min bilind dibû. Êdî helbest bû qêrîna denge min.”
 
‘Êdî helbest bû qêrîna denge min’
 
Ji bo kurdan dengbêj û dengbêjî gelek girîng e.  Dengbêjî Weke dîroknasek dengbêjî, rewş û şeklê jiyana civakê bi awayê wêjeyî bi wate dike. Nurcan anî ziman ku wê di temenekî biçuk de eleqeyek mezin nîşî dengbêjiyê daye û ketiye ferqa vê dewlemendiya wêjeyê. Nurcan wiha berdewam kir; “Ez tim li gel pîra xwe dimam û min bi coşeke mezin guh dida dengê wê. Li gor  min wê bi dengê xwe  jiyana civakê, têkiliya xwe ya bi civakê re dianî ziman. Bi taybet jî bi zimanekî qedexe gotina wan stranan hestbariyek li gel min ava dikir. Ji ber ku em li mal bi zimanekî û li dibistanê bi zimanekî din dipeyîvîn. Min tim di milê kurdî gotinê de hewil dida xwe pêş bixim. Bi vê re ez ketim wê ferqê ku ez bi zimanê xwe dikarim hestên xwe bînim ziman û helbestan jî binivîsim. Dema min bi zimanê dayîkê helbestên xwe dihonan, min xwe azadtir û bi hêztir didît. Baweriya min a bi min zêde dibû, êdî helbest bû qêrîna denge min.”
 
‘Ez ê  hertim bi zimanê xwe binîvisim’
 
Nurcan naveroka pirtûka xwe bi vî awayî şîrove kir; “Min jiyana xwe bi pirtukê bi wate kirîye. Min zarokbûn, ciwanbûn û kalbûna jiyana xwe di naveroka helbestan de honandîye. Bi taybet min girîngî daye jinê, bindestî û êşa jinê min bi navê ‘Risteya gazinc bar’ bi nav kirîye.Nurcan anî ziman ji bo ew helbestên xwe bêhtir pêş bixe tevlî Koma helbestan a Amedê bû û wiha berdewam kir; Koma helbestan ji min re bû hêzek û dibûm yek din. Ji ber ku hevaltiyeke germ hebû. Ew piştî dengbêjan bûn feyzeke mezin ji bo pêşketina min. Kelecana wan bu sebeb ku ez pirtuka xwe ya yakem derxim, niha jî amadekariya pirtûkek din dikim. Ez ê hertim bi zimanê xwe binîvisim û xizmetê ji bo pêşxistina zimanê xwe bikim.”
 
‘Bi zimanê xwe bijîn’
 
Nurcan dûbare bi bîr xist ku ew ji ber qedexeya ziman ji zarokatiya xwe hata niha  gelek bêzar bûye û got ku niha ji bi hezaran zarokên kurd bi heman rewşê re rû bir û dimînin. Wê di pêşerojê de ev bibe sedema travmayên mezin. Ji bo zimanê dayikê bibe zimanekî fermî divê em bi hev re têbikoşin. Ji bo zarokên me van travmayan nejîn, çi nivîskar, sîyasetmendar û civaka sivîl be divê di têkoşînê de cîh bigire. Civakek bê ziman bi tu awayî nabe. Wê nikaribe li ser piyan raweste û bijî. Hêdî hêdî em ji heqîqetê dûr dikevin. Ji bo pêşî li vê bê girtinê divê em xizmetê ji zimanê xwe re bikin. Bi zimanê xwe bi axivin, binvîsin, bi zimanê xwe bijîn.”