Lîstikek din a nû‘Xewna Şevek Havînê’ derket ser dikê

  • 10:13 5 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Lîstikek din a nû ji aliyêşanogerên Şanoya Bajar a Amedê ve hat amadekirin. Navê Lîstikê “Xewna Şevek Havînê” ye û bi kurdî ye. 
 
 Şanoya Bajar a Amedê bi lîstikeknû derket ser dikê û deriyênperdeya xwe ji temaşevanan re vekir. Temaşa pêşîn a lîstika "XewnaŞevekeHavînê" a William Shakes pearwergerî kurdî kirine, hat kirin.  Rastiya lîstikê ya nivîskarê şanoyê yê Îngîlîstanî William Shakespear e. Lîstik ji aliyêwergêrê kurd KawaNemir ve wergerîkurdî hatiye kirin. DerhêneriyalîstikêFerhadFeqî yê li Ewrûpayê dimîne û ku hatiye amade ve tê kirin. Ev demek dirêj bû lîstik dihat amadekirin.
 
Lîstik ji komeklîstikvan a ji 14 kesan pêk tê. Temaşa pêşîn a lîstikê li Salona Şanoya Bajar a Amedê ku li Navenda Dan û Sitendinê ya Galeriya hat kirin. HevşaredaraSûrêFîlîzBuluttekîn û gelek şanohezbeşdar bûn. Derhênerê lîstikê FerhadFeqî jî bi temaşevanan re li lîstikê temaşe kir. 
 
Lîstik ji naverokekevîn û komedî pêk tê. Yanî mirov dikarebêje ji serî hetadawiyê lîstik bi pêkenokderbas dibe. Lîstik ji du perdeyan pêk tê û saetek û 40 deqîqe didome. Şanohezkêliyekbêken neman û bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kirin. Di lîstikê de muzîkarojava û rojhilatî û li aliyê din jî stranênkurdî hatiye bikaranîn. 
 
Lîstik wê îro êvarê jî li heman cihîsaet di 19.00’an de bê nîşandan. Lîstikvanan got dê di demên pêş me de lîstik li gelek bajarên din jî derkeve ser dikê.