Nivîskar Emîne:Em hewl didin hişmendiyê bidin qezenckirin

  • 09:07 5 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner

RengînAzîzoglu

AMED - BerdevkaDemî ya KomeleyaNivîskarên Jin nivîskarEmîneŞîmşekEmîral ku tevlî 7’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyêTUYAP’ê ve pêk tê bû diyar kir ku armanca wan ev e ku jinan bikin xwedî hişmendî û hişmendiyeke ku jin cuda neyên dîtin biafirînin.

7’emîn Fuara Pirtûka a Amedê ku ji aliyêTUYAP’ê ve pêk tê, didome. 160 weşande û nêzî 220 nivîskar û helbestkar tevlî bûn. Yek ji weşanên ku tevlî fuarê bûye KomeleyaNivîskarên Jin e. Berdevkademî ya komeleyênivîskarEmîneŞîmşekEmîral jî der barênivîskarî û xebatên komeleyê de axivî.

Emîneyê da zanîn ku jin di seranserêjiyanê de pir kêm para xwe ji jiyanêdigirin û jin ji bo der barê jiyana xwe de bibin xwedî gotin xebat hedef kirine û got: “Berê digotinqedera jinê bi perwerdehiyêdikarebiguhere lê niha ev perwerde têr nake, divê cudabûnekpêş bikeve. Divê jin zêdetir di siyasetê de cih bigirin. Ji bo vê jî xebatekrêxistinkirîpêwist e. Divê jin ji derveyêpartiyêbên cem hev û hêza xwe nîşan bidin. Lê jin aktîf di siyasetê de cih nagirin. Min wek jinekxebatkar li zarok û kal û pîrêmalbatêmêze dikir. Ligelperwerdehiyê min xwest ez hîn bêtirpêşbixînim û ji ber vê min pirtûknivîsî.”

Emîneyê der barêxebatakomeleyê de jî wiha got: “10 sal berê li Îzmîrê hat vekirin. Ji her derêTirkiyeyênivîskarên me yên jin hene. Em hefteyê carê atolyeyênçîrokan pêk tînin û her sal pirtûkekçîrokêderdixin. Em her sal mijarekê diyar dikin. Nivîskarên jin di vê mijarê de çîrokêndinivîsindişînin. Em bi gelek pirtûkên xwe tevlî fuareke wek ya TUYAP’ê dibin. Em armanc dikin ku jinan bikin xwedî hişmendî. Em hewl didin newekheviya li hember jinan ji holê rabikin.”

Emîneyêbalkişand ser zêdebûnaşîdeta li ser jinan û destnîşan kir ku sedema vê jî ev ku naxwazin bibin xwedî hişmendî û got: “Em dixwazin ji dibistanadayikêhetazanîngehêperwerdawekheviyazayendî ya civakî şert be. Niha Peymana Stenbolê dane ber nîqaşê dixwazin mafên me yên nefeqeyê asteng bikin. Peymana Stenbolêwekheviyazayenda civakî ferz dike. Em ê mafên xwe yê di qanûnê de heta dawî biparêzin.”