13 salên zindanê weke Çira bi nav kir

  • 10:06 4 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Helbestkar Herdem Kirtay Tatlisoy pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Çira” di fûarê de da naskirin. Herdemê ji me re qala pirtûka xwe kir û got; “Min 13 salên di girtîgehê de weke hesreta ronahiyê bi nav kir. Ji ber wê yekê Çira ji bo min bi wate ye.”
 
7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 2019’an li Navenda Kongreyê û Pêşengehê ya TUYAP’ê bi beşdarbûna 130 weşanxaneyan û saziyên civaka sivîl pêşangeha pirtûkan dest pê kiribû. Di fûarê de nivîskaran pirtûkên xwe ên nû pêşkêş kirin. Yek ji wan nivîskaran a ku di weşanxaneya J&J yê de pirtûkên xwe da naskirin Helbestkar Herdem Kirtay Tatlisoy bû. Herdem pirtûka xwe ya yekem ya helbestan a bi navê Çira bi zimanê Kurdî çap kir. Herdem anî ziman ku fuar jê re hestbarî û hêzek da avakirin û wiha got; “Ez ê zimanê dayikê bi helbestan, çîrokan dewlemend bikim”
 
‘Jiyana min a wêjeyê bi Radyoya Êrîvanê re dest pê kir’
 
Herdem bi navê din Herdem Merwanî  ji navçeya Ferqîna girêdayî Amedê ye. Ew ji zarokatî ve bi wêje û helbestan re eleqedar e. Dema  zarok bû ji dengbêjiyê hez dikir û pê re eleqeder dibû. Herdem dibêje dengbêjî bû pêşengê nivîskariya min a helbestan. Herdem wiha berdewam kir; “Min Radyoya Êrîvanê pir guhdar dikir, jiyana min a wêjeyê bi radyoyê re dest pê kir. Min hemû dengbêjan nas dikir, ev hêvî û hestên min ên herî mezin bûn. Min piştre bi xwe dest bi strînê dikir. Strana “Diyarbekir bişewite” ku min ji dengbêjên wê demê  bihîstibû, min bi lêv kir. Niha arşîva stranê tenê li gel min heye. Ez vê stranê weke şansa xwe bi nav dikim.”
 
‘Çira navê hesretê ye’
 
Herdem ji ber sedemên bê cîh 13 salan di zindanê de ma. Wê ji me re anîbû ziman ku dewletê ew ji ber parastina doza kurdayetiyê girtibû.  Herdem wiha qala zindan û honandina pirtûkê kir; “Min temenekî berfireh di nava dîwarên zindanê de derbas kir. Di nav dîwaran de ne wateya şevê ne jî wateya rojê hebû, her tişt bêbext bû. Hesretê ji her alî ve te dixetimand. Hesreta azadiyê bû. Her kurdek li ser xaka xwe sêwî maye hesretên dilê me  bê dawî nebû bi jan in. Ji ber wê yekê di nava taritiya girtîgehê de çirayek ya ronahiyê wateyek giranbiha hildigirt. Ne tenê zindan bandorek bû lê zindan cihê fikara rojên berê bû. Fikara derdê kurdayetiyê bû. Ji ber ku her rojên min bi hesreta ronahiyê derbas dibû min navê Çira li pirtûka xwe kir.”
 
‘Serbixwe difikirim û dibim jiyan’
 
Herdem wiha qala helbesthonandinê kir; “Dema ez helbestan dihonim bi janên xwe re henekan dikim, xwe ji bîr ve dikim. Hemû jiyana min di naverokek ya helbestê de xwe nîşan dide. Dibim girtî, azad dibim, serbixwe difirim û dibim jiyan.
 
‘Wêje  xemla ziman e’
 
Herdem anî ziman ku ew ji bo ku bi zimanê dayîkê helbestên xwe dihone pir şad e. Herdem wiha anî ziman; “Divê hemû nivîskarên kurd ji zimanê dayîkê re xizmetê bikin. Ziman bêyî civak, civak jî bê ziman nabe. Wêje jî xemla ziman e, divê bi wejeyê re ziman dewlenmend bikin. Ger em bi zimanekî bîyanî binivîsin wê xwe di nava zindanên din de girtî bihêlin. Ez dixwazim bi kurtehelbestekê van hestan hinekî  parve bikim;
 
Welat
 
Tenê yek şibaka min a tarî û nîvezmanê min heye,
 
Di tunebûnê de,
 
Di çîrûskên kor de
 
Ez li gorî rûyê te geriyam welato,
 
Ta ku di ezmanê qedexe de,
 
Welatek bê ser û bin ava kir.
 
‘Pêşerojek ronî wê bi xwendina pirtûkan re pêkane be’
 
Herdem herî dawî wiha got; “Bi taybet eleqeya ciwanan a ji bo ziman û pirtûkên kurdî ez bextewar kirim. Ji min re bû hêzek mezin.  Divê em ji bo ciwanan bihonin, ciwan ji bi me re bibin alîkar. Herdem anî ziman ku ji cihên cuda pirtukan wê hat xwestin û rojên îmzayê bi girse derbas dibe. Ji bo pêşketina civakê divê tim fuar werin vekirin. Pêşerojek ronî wê bi xwendina pirtûkan re pêkan be. Ew jî bi zimanê dayikê. ”
 
 
 
 
 
 
 
 
Virüs bulunmuyor. www.avast.com