Jinên Hopayê dest bi amadekariya hejmara nû ya ‘Salê rojekê’ kirin

  • 09:41 4 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
Dîlan Babat
 
ENQERE - Jinê Hopayê dest bi amadekariya hejmara nû ya kovara ‘Salê rojekê’ kirin. Yek ji damezerînera kovarê Arzu Keskîn Kurtlu diyar kir ku kovara wan bîhna azadiyê jê tê.
 
Li Hopa a Artvînê 4 sal berê 6 jin hatin cem hev û kovara ‘Salê rojekê’ derxistin. Kovara her sal di 8’ê Adarê de dihat derxistin, gelek mijarên wek jin, zarok, sewal û xwezayê digire dest, her wiha balê dikşîne ser newekheviya zayenda civakî. Damezrînera Kovarê Arzu Keskîn Kurtlu li ser kovara ku îsal hejmara 5’emîn dertê axivî.
 
Arzuyê pêvajoya derketina kovarê wiha nirxand: “Hopa navçeyek biçûk e. Em li ser newekheviya zayendî ji çîrokên xwe bi bandor bûn û bi awayekî amator me dest pê kir. Yek ji hestiyariyên me yên girîng ev bû ku kovara me bê pere bê belavkirin. Ji bo lêçûna kovarê dîsa me tora hilberînê da destpêkirin û hilberîna xişir hat destpêkirin. Me xişirên ku çêkirin li stand û cihên cuda firotin. Piştevaniya jinan gelek girîng e. Hemû jinên Hopayê di tora vê piştevaniyê de kovarên xwe derdixin.”
 
‘Zextan serhildêr derxist holê’
 
Arzuyê bal kişand ser bertekan jî û wiha got: “Li Hopayê kelecanek xweş bû. Nêrîn gelek samîmî û xweş bû. Ev ji bo me tecrubeyek girîng bû. Aliyek din a girîng ev bû, hejmara yekem a kovarê di pêvajoya OHAL’ê de derket holê. Jinan di wê demê de bi cesaretek mezin nivîsîn.
 
‘Hejmara nû tê’
 
Arzuyê bi lêv kir ku her sal di 8’ê Adarê de hejmara xwe derdixistin û ji bo hejmara nû jî dest bi amadekariyan kirine û wiha pê de çû: “Em seranserê salê hewl didin xwe bigihînin xwendevanên xwe. 8’ê Adarê ji sibehê heta êvarê em standa xwe vedikin û bi gel tên cem hev. Em niha hejmara 5’emîn a 2020’an amade dikin. Di kovarê de ji bo jin, zarok, sewal û xwezayê gelek cih tê veqetandin. Em cih didin newekheviya zayendî.”