Îro 13 filmên kurdî di Mîhrîcana Filman a Silêmaniyeyê de bên pêşandan

  • 10:26 2 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê duh bi pêşandana filmê 'Xwişkên şer' dest pê kir û dê îro jî bi . Dê îro jî 33 kurtefilm û 14 filmên dirêj yên welatên cîhanê bên pêşandan. Her wiha di nav de jî 13 filmên bi kurdî hene 
 
4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê ku duh li Telarî Hunerî ya bajarê Silêmaniyê destpêkiribû di roja 2'yemîn de berdewam dike.  Dê îro jî 33 kurtefilm û 14 filmên dirêj yên welatên cîhanê werin pêşandan. Ji van 13 ji Kurdistanê ne. Her wiha wê  der barê guhertina avhewayê de jî panelek were lidarxistin. Dê mîhrîcan nêzî hefteyekê berdewam bike û ji 79 welatan 134 film  beşdar bûne. Ji van filman 44 film ên Kurdî ne.
 
4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî ya Silêmaniyê duh êvarî  bi pêşandana filmê 'Xwişkên şer' destpê kir. Gelek hunermend û sînemakarên ji cîhanê û Kurdistanê beşdarê mîhrîcanê bûn. Her wiha duh beriya mîhrîcan des pê bike, ekîba filmê ‘Xwîşkên Çekan’ civînek ji çapemeniyê re li dar xist. Di civîna çapemeniyê de derhênera film Caroline Fourest wiha got: “Me xwest em di filmê xwe de berxwedana jinan û hovitiya çeteyên DAIŞ’ê nîşanê cîhanê bidin. Me film ne ji bo keyfxweşiya Erdogan çêkiriye.”
 
Di roja duyemîn de, 33 kurtefilim û 14 filmên dirêj ên ji welatan cuda werin pêşandan. Ji vane 13 film kurdî ne. Pêşandana filman saet di 15.00'an de dest pê dike. Li hola Sîtî Sînema û Sîne Salim yên Silêmaniyê film tên pêşandan.