Lîstika 'Tenê Ez' li Qoserê tê pêşandan

  • 14:02 1 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê, wê lîstika şanoyê ya bi navê "Tenê Ez"  ku ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve hatiye amadekirin li Qoserê bide pêşandan. 
 
Muduriyeta Çand û Hunerê ya Şaredariya Qosera Mêrdînê, şanoya bi navê "Tenê Ez" ku ji aliyê Teatra Jiyana Nûve ji ber fîlmê "Dîktatorê Mezin" yê Charlîe Chaplîn hatiye girtin li  Qoserê bide pêşandan.  Lêstik wê li Hêwana Şanoyê ya Nûda ya Navenda Jinê bê pêşandan.
 
Lîstika ku wê di 12'ê Cotmeha 2019'an de aset di 19.00 de bê pêşandan ji bo her kes bikaribe temaşe bike bê pere wê bê pêşandan.