Li Cizîrê 1’emîn Mîhrîcana Mem û Zînê ya Ciwan tê lidarxistin

  • 09:20 1 Cotmeh 2019
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê a HDP'yî 1’emîn Mihrîcana Mem û Zînê ya Ciwan a Çand û Hûnerê li dar dixe. Endama Komîsyona Çandê ya Şaredariya Cizîrê Fîrdevs Candoruk, bang li hemû niştecihên Cizîrê kir ku tevlî mihrîcanê bibin.  
 
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye 1’emîn Mihrîcana Mem û Zînê ya Ciwan a Çand û Hûnerê li dar dixe. Mihrîcana ku wê 5'ê Cotmehê dest pê bike du rojan wê berdewam bike. Endama Komîsyona Çandê ya Şaredariya Cizîrê Fîrdevs Candoruk derbarê mihrîcana ku bê li darxistin de axivî.   
 
‘Cizîr bi navê xwe û dîroka xwe tê bibîr anîn’
 
Fîrdev, di destpêka axaftina xwede behsa girîngiya çand û hunerê ji bo şêniyên Cizîrê kir û wiha got: “Cizîr ji hêla çand û hûner û ziman ve xwedî cihek girîng e.  Cizîr ji hêla gelê kurd ve wek Cizîra Botan tê naskirin. Cizîr tim bi navê xwe û dîroka xwe tê bibîranîn. Her wiha çîroka Mem û Zîn li Cizîrê derbas bûye. Gel bi taybetî jî bi çîroka Mem û Zînê vir nas dike. Ji bajar û welatên cuda kes tên li cihên dîrokî yên Cizîrê digerin û nas dikin.”
 
Mihrîcan du rojan wê bidome
 
Fîrdevs, di berdewamiya axaftina xwede got ku ji bo çanda Cizîrê neyê ji bîr kirin  wan1’emîn Mihrîcana Mem û Zînê ya Ciwan a Çand û Hûnerê li dar dixin û wiha got: “Mihrîcana me dê du rojan berdewam bike. Mihrîcana ku em ê di 5’ê Cotmehê de bidin destpêkirin dê heta 6’ê Cotmehê berdewam bike. Di naveroka mihrîcanê de panela li ser destana Mem  û Zînê, atolyeyên zarokan, panela li ser tundiya jinê û îstîsmarê, şano û du rojan li ser hev wê konser jî bên dayîn. Ji bo detûrê me serî li emniyetê daye lê heta niha tu bersiv nedane me.”
 
‘Bi asîmîlasyonê dixwazin ciwanan ji zimanê wan dûr bixin’
 
Fîrdevs, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî qeyûm û vir de wek Şaredariya Cizîrê ev cara duyem e ku  bernameyên çand û hûnerê li dar bixin û wiha behsa sedema pêkanîna mihrîcanê kir: “Di dema qeyûm ji bo ciwanan li ser çand û hunera cizîrê tu bername pêk nahatine û yên ku pêkanîne jî li dijî çanda cizîrê û ji bo asîmilekirinê bûne.  Bi asîmîlasyonê dixwazin ciwanan ji zimanê wan dûr bixin. Lê ciwanên me yên Cizîrê li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin û nexapiyan. Me jî xwest bi bernameyên çand û hûnerê piştgiriyê bidin ciwanan. Lewra jî piştî ku me şaredarî bi dest xist jî ji bo ku ciwanên me ziman, çand û hûnera xwe nas bikin û xwedî lê derbikevin me ji bo wan lez da bernameyên li ser çand û hunerê. Her wiha sedema lidarxistina van bernameya new e ku em  ciwanên xwe ji asîmîlasyonê, fuhuş û hibirê dûr bixin.”
 
'Em bang li Cizîriyan dikin ku tevli mîhrîcanê bibin'
 
Fîrdevs, bang li hemû gelê Cizîrê kir ku tevlî mihrîcana dê du rojan berdewam bike bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku hemû şêniyên Cizîrê tevlî vê mihrîcanê bibin. Ji ber ku naveroka mihrîcana me gelek dewlemende. Ji bo pêşerojê dê xebatên me yên çand û hûnerê berdewam bikin.”