'Mîhrîcana Nan û Dan kevneşopiya çanda resen diparêzê'

  • 09:03 30 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Roj Hozan- Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Nan û Dan ya berhemên destê jinê bûne derbarê tevlîbûna xwe ji bo Mîhrîcanê gotin: "Di Mîhrîcanê de, me dixwest vê carê em keda jinê  bi rengekî cûda pêşkêş bikin û kevneşopiya kurdî bi beşdarvanan jî bidin nasîn. Hest û keda  me jinan di van kêliyan de zindî ye, em parastvanên çanda resenin."
 
Bi pêşengiya aboriya jinê ya Kongreya Star yekemîn Mîhrîcana Nan û Dan ya berhemên destê jin li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hat li darxistin. Mîhrîcan bi beşdarbûna nêzî 400 jinî ji hemû sazî û dezgihên jinan ên kantona Qamişlo pêk hat. Di mîhrîcanên de berhemên ji genim û axê yên wekî danûk, mehir û kadeyên ku jinan ji genimê hilberandine çêkirine pêşkêş kirin. Herwiha xemil û bedewiya jinan şewqa xwe da mîhrîcanê, jinan bi cil û bergeyên xweyî kurdî û xemla kevneçopiya resen berê xwe dan Mîhrîcanê. Di nava Mîhrîcanê de rengê jinê û keda wê ji  bo afrandina jiyanê pir balkêş bû, dengê tilîliyên dayikan di nava kedê de hestên cuda bi mirov re çêdikirin. Dîmenên cuda jî li mîhrîcanê xwe didan der û li aliyekî jinan danê xwe dikeland û li aliyekî jî mirv vedigerandin dîroka xwezayî û çanda kurdî. 
 
Têkildarî mijarê jinên beşdarî mîhrîcanê bûn ji mere qala beşdarbûna xew ya mîhrîcanê kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. 
 
'Di mîhrîcanê de hest û keda me jinan xwe da der'
 
Jina bi navê Bedîha Ebdullah ji bo tevlîbûna xwe ya Mîhrîcanê wiha got: "Ev demeke me amadekariya  vê Mîhrîcanê dikir, me dixwest vê carê em keda jinê  bi rengekî cûda pêşkêş bikin û kevneşopiya kurdî bi beşdarvanan jî bidin nasîn. Mîhrîcana Nan û Dan careke din civaka me yA resen anî bîra me, çawa carê wisa dayik li hev komdibûn û bi hev re berhemên xwe ji keda xwe ye erdê çêdikirin, Hest û keda  me jinan di van kêliyan de ew bû. Dema ez li derdora xwe dinêrim, ez dibînim her tişt xweş e, wextê ku em zarok bûn em jî wisa li ber destê dayikan digeriyan û me danû ji wan dixwesit,  yan jî li ber sêla dayika xwe li benda çêkirina nan bûn. Niha di vê mîhrîcanê de dîsa ez van hemû tiştan dibînim  û dilê min şad dibe. Ez hêvîdar im her sal Mîhrîcanên wisa werin lidarxistin ji bo ku em dayik kevneşopiya xwe berdewam bikin û fêrî nifşên pêş jî bikin."
 
'Jinên çanda resen paresvanên kevneşopiya kurdî ne'
 
Jina bi navê Xalîda Mihemed jî yek ji beşdarvanên Mîhrîcanê ye, li ser xebata xwe di nava Mîhrîcanê de nêrîna xwe anî ziman û got: "Ji seetên sibehê de ez ji mala xwe derketime û min berê xwe daye Mîhrîcanê. Erka min ez genim bikelînim û bikim danû. Despêkê min agirê xwe geş kir û genimê xwe keland. Ez niha alîkariyê didim hevalên xwe yên danê mehîrê çêdikin. Di Mîhrîcanê de  gelek cûreyên xwarinên kurdî hene û hemû jî me bi xwe amade kirine. Xweşe mirov wisa ked û berhemên destê xwe bibînê.  Em jinên çanda resen û parastvanên kevneşpiya kurdî ne."
 
Mîhrîcan bi stranên koma Şehîd Eleniya ya Rimêlanê, stranên kurdî yên Hunermed Baran û girtin guvendê bi dawî bû.