Sêyemîn salvegera Orkêstraya Rojava bi şahiyekê hat pîroz kirin

  • 10:42 29 Îlon 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Bi armanca pîrozkirina sêyemîn salvegera Orkêstray Rojava desteya Çand û Hunerê û Orkêstra Rojava şahiyek li dar xistin.
 
Orkêstara Rojava ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê di 24'ê îlona 2016'an de hatibû avakirin, sêyemîn salvegera avakirina xwe li navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, pîroz kir. Bi dehan endamên Orkêstrayê yên ji tevahî Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê cihê xwe di şahiyê de girtin. Herwiha bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, endamên sazî û dezgehên sivîl, Partiyên Siyasî, Desteya Çand û Huenrê û Yektîiya Hunermendên Cizîrê jî tevli şahiya hat lidarxistin bûn.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê destpê kir. Paşê Orkêstraya Rojava xebat  berhemên xwe yên mûzîkê pêşkêş kirin.  
 
Şahî bi bernameya mûzîkê bi dawî bû.