Hevseroka Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek: Ziman vîn û rûmeta gelan e

  • 10:25 29 Îlon 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di 22’ê Îlonê de Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku hat vekirin, Hevseroka wir Leyla Yardim di derbarê komeleyê de axivî. Leyla, bi lêv kir ku zimanê kurdî li Cizîra Botan xwedî cihek girîng e û got: " Ziman vîn û rûmeta gelan e. Dema ku em zimanê xwe ji bîr bikin wê demê em dev ji rûmeta xwe berdidin.”
 
Li herêmê ku bi milyonan kurd hene, perwerdeya bi kurdî li dibistanan ku divê bi awayekî fermî bihata dayîn qedexe ye û nayê dayîn. Zarokên kurdan dema dixwazin ji mafê xwe yê perwerdê sûdê bigirin, li dibistanan bi pişavtinê re rûbirû dimînin û bi zimanê serdetê xwe ango tirkî mecbûr dimînin perwerdê bibînin. Ji bo ku rê li vê pişavtinê bigirin saziyên sivîl ên kurd ku li herêmê xebatê didin meşandin di nav hewldanan de ne. Ev sazî bi rêya komele û akademiyên ku vedikin hewl didin bi derfetên xweyên kêm perwerdeya bi kurdî bidin û rê li ber pişavtina zimanê kurdî bigirin. Lê ev sazî û komele jî dem bidem bi êrîşên dewletê re rûbirû dimînin û tên astengkirin. 
 
Ji van komeleyên ku dixwzin rê li ber pişavtinê bigirin yek jê jî  li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo di astên cuda de dersên li ser zimanê kurdî, dîroka kurd û wêjeya wê bidin Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek e ku di 22'yê îlonê de hatiye vekirin. Di derbarê komeleya ku hatiye vekirin de Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Leyla Yardim axivî.
 
‘Cizîra Botan bi ziman û çanda xwe tê nasîn’
 
Leyla, di destpêka axaftina xwe de got ku zimanê kurdî vîn û hebûna Gelê Kurd e, ji ber vê ji bo gel xwedî li vîn û zimanê xwe derbikeve ev komele vekirine û wiha got: “Di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û hemû komeleyên me yên zimanê kurdî jî hatin girtin. Ji wê demê û vir de, ev 4 salin ciwan û zarokên me perwerdehiya zimanê kurdî nabînin. Bi taybetî jî Cizîra Botan ji hêla çanda ziman ve xwedî cihek cuda ye. Cizîra Botan bi ziman û çanda xwe tê nasîn. Lê li vir ev demeke xebatên ziman nedihatin kirin. Ziman vîn û rûmeta gelan e. Ger ku em zimanê xwe ji bîr bikin wê demê em dev ji rûmeta xwe berdidin. Ji ber vê yekê jî me di 22’ê Îlonê de komeleya xwe vekir. Zimanê kurdî ji bo me gelek girîng e. Em dixwazin bi zimanê xwe binivîsin, bixwînim û biaxivin.”
 
‘Komeleya me dê rojê 4 astan perwerdehiyê bide’
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê rojê 4 astan perwerdehiyê bidin xwendekarên xwe û wiha behsa kar û xebatên komeleyê kir: “Em ê di astên yekem, duyem, sêyem û mamosteyî de perwerdehiyê bidin. Lê em ê di serî de ji asta yekem dest pê bikin. Her wiha xebatên me ji bo komeleyê berdewam dikin. Serlêdanên me yên kursan dest pê kirine û heta 20 rojên dinê jî dê berdewam bikin. Piştî ku serlêdanên me qediyan em ê dest bi dersên xwe bikin. Ev nêzî hefteyekê ye me komeleya xwe vekiriye. Heta niha nêzî 20 xwendekaran ji bo bên kursê serlêdan kirine. Her wiha di komeleya me de 10 mamosteyên me jî hene. Em amade ne ji bo perwerdehiyê bidin xwendekarên xwe. Em gelek kêfxweş in ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bidin zarokên xwe.”
 
'Pêdiviya me bi pirtûkan heye û em piştevaniyê dixwazin'
 
Leyla, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê ji bo komeleyê pirtûkxaneyekê jî vekin û wiha domand: “Xwendina pirtûkan gelek kême. Ji ber vê jî me wek komele biryar da ku pirtûkxaneyek ji bo zarokan vekin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ku hemû kes ji bo komeleya me pişgiriyê bike û pirtûkan bişîne. Em dixwazin ku ji hemû beşan pirtûk hebin. Ji ber vê jî em bang dikin ku yan ji malên xwe yan jî ji pirtûkxaneyê wek diyarî pirtûkan bistînin û ji me re bişînin.”
 
‘Divê em xwedî li vî emanetî derkevin’
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jin, ciwan û zarokên Cizîrê kir ku ji  bo werin komeleyê serî lêbidin û perwerdehiya zimanê kurdî bibînin. Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cizîra Botan ji bo me gelek girîng e. Divê em bi çand û zimanê xwe carekedin Cizîrê rengîn bikin. Zimanê kurdî ji di serî de ji pêşiyên me û piştre jî ji Celadet Elî bedirxan ji bo me emanet e.”