'Wêje giyanê jin û civakê ye'

  • 09:01 29 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Jin ne tenê hunermend e nivîskar, rewşenbîr, şanoger û zanyare jî. Emanî Silêman ku pirtûka bi navê Bayîna Bayê nivîsandiye wiha dibêje:"Wêje giyanê jin û civakê ye û rasteqîna civakan radixe ber çavan."
 
Jin hest, zanebûn û xeyalên mejiyê ku ji rastiya civakê pêk tên bi riya nivîsandina roman, kurteçîrokan vedibêje û dixwaze bi civakê bide bihîstin. Jina Ereb Emanî Silêman ku temenê wê 31 salî ye, der barê nivîsandina pirtûka xwe ya bi navê Bayîna Bayê ya bi zimanê Erebî nirxnadin kir.
 
'Eger mirov guh bide xwendinê dikare di kesayeta xwe de pêşketinan çêbike'
 
Emanî der barê zaroktiya xwe de ev yek anî ziman: "Di dibistana xwe de ya herî jêhatî ez bûm, ji ber ku min guh û bala xwe dida xwendinê. Mirovê ku nexwîne ji pêşketinê re jî ne vekiriye. Ji ber ez jêhatî bûm rêveberiya dibistana min ez şandim Tûnis, Qeter û Şam û gelek deverên din da ku şanoyên xwe pêşkêş bikim, tevî ku temenê min jî biçûk bû."
 
'Li hember civaka ku azadiya jinê di bin navê şermê de, asteng dikir, têkoşiyam'
 
Emanî bal kişand ser hişmendiya civaka Rojhilata Navîn û ev yek anî ziman:"Civaka Rojhilata Navîn ji ber hişmendiya paşverûtiyê azadiya jinê di bin navê şermê de, her dem sînordar kiriye. Têkoşîna min a li hember hişmendiya baviksalarî bi piştgiriya dayik û bavê xwe bi ser ket û ez nebûm qurbana adetên civaka Rojhilatî. Min hewl da ku bi têkoşîna xwe hişmendiya civakê biguherim."
 
'Dem ji nivîsandinê re tune ye kêliya ku îlham tê min dinivîsim û xwe li ser nivîsê kûr dikim'
 
Emanî diyar kir ku wê ji temenê 13 salî de dest bi nivîsandina bîranînan kiriye û wiha dom kir:"Ji zaroktiya xwe de bîranînan dinivîsim, lê min tu girîngî nedidayê hin pel winda dibû û hinek jî li ber ba diketin. Dema ku ez dixwazim bîranînekê binivîsim, ez qet nafikirim û demeke taybet ji nivîsandina min re tune ye, ji ber ku hin caran dema ez rûniştî bim îlham bi xwe tê min, wê demê ez dinivîsim û xwe li ser nivîsê kûr dikim, nahêlim qerebalixa derdorê bandorê li min bike heta ku bi dawî dikim."
 
'Ez bi şanoyê re jî eleqedar bûm' 
 
Emanî diyar kir ku ew ne tenê jineke nivîskar e heman demê şanoger e jî û wiha dewam kir:"Ez bi şanoyê re jî eleqedar bûm. Dema ku jin xwedî îrade be dikare xwe hînê hemû huneran bike û di wê qadê de pispor be jî. Li kêleka nivîsandinê dema ku temenê min 9 salî bû min xwe hînê şanoyê kir, di şanoyê de jî bûm pispor. Li  Sûriyeyê ez yekem Şanogera Jin derketim û li gelek welatên Erebî şanoyên cur be cur pêşkêş kir û gelekî serkeftî bûn. Şanoyên ku min bi koma xwe re pêşkêş kir rastî elaqeyeke mezin hat ji ber ku rastiya civakê radixist ber çavan."
 
'Li ser rastiya civaka Rojhilatî ez ê romanan jî binivîsim' 
 
Emanî destnîşan kir ku ne tenê bîranîn dê dest bi nivîsandina romanan jî bike û wiha pê de çû:"Mirov çiqasî hîn bibe ewqas xezîneya mejî, fikir û hestên wê zêde dike. Rast e ewqas sal e ez bîranînan dinivîsim, bûm şanogereke pispor, zanîngeha Kîmya min xilas kiriye û niha di nexweşxaneya Ş.Lêgerîn de di beşa Laboratoriya Analîzê kar dikim, lê ez vê tenê ji bo kesayeta xwe bes nabînim û di demê pêş de ez ê dest bi nivîsandina romanan jî bikim. Mirov çiqasî hîn bibe ewqasî dewlemend jî dibe."
 
'Bîranîn nirxekî cuda dide pirtûkê'
 
Emanî got ku tirs jî roleke girîng di wêjeyê de dilîze û wiha dom kir: "Tirs jî roleke pir girîng di nivîsandinê de dilîze, eger jin bitirse pir zor e ku bikaribe tiştekî xweş biafirîne. Divê jin ji xwe û hêza xwe bawer be da ku bikaribe tiştekî xweş û bi nirx derbixe. Min bîranînên xwe rêz nekirin, çawa nivîsand wiha jî kir pirtûk. Aliyek kêf û şad aliyê din hezkirin û xemgînî, evîndarî û şer, ji ber ku hestên wiha cuda rengekî xweş û nirxekî pir buha dide pirtûkê."
 
'Keda 18 salan îro dibe pirtûk' 
 
Emanî da xuyakirin ku îro keda 18 salan dibe pirtûk û wê bikeve nava destê civakê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ev 18 sal in ez dinivîsim min bîranînên nû nivîsandine û yên kevin jî kom kirin û kirin pirtûk, lê heya niha neqediyaye, dixwazim hindek sererastkirin tê de çêbikim mîna kinkirina dirêjahiya û rengê pirtûkê bikim zer, rengê payîzê dide der."
 
'Di demê pêş de ez ê serî li weşanxaneyekê bidim' 
 
Emanî teqez kir ku piştî amadekirina pirtûkê dê serî li weşanxeneyekê bide da ku pirtûka xwe belav bike û bigihêje ber destê civakê û wiha domand:"Di demê pêş de piştî ku ez pirtûkê sererast bikim ez ê serî li weşanxaneyekê bidim da ku pirtûka xwe nîşanî wan bidim, eger erê kirin da ku di riya wê re were weşandin û bigihêje ber destê civakê û xwendevanan."
 
'Wêje giyanê jin û civakê ye'
 
Emanî wêje wiha pênase kir û dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e hemû jin xwedî li hêz, zanebûn û îradeya xwe derkevin û bikaribin hember hişmendiya civakê ya baviksalarî û paşverû têbikoşin. Wêje giyanê jin û civakê ye, pêwîst e hemû jinên nivîskar bibin dengê rastiya civakê û bikaribin bi rêbazên cuda jî guhertinekê di civakê de çêbikin û bibin destek ji jinên ku ji ber zihniyeta baviksalarî nexwendine."