Mîhrîcana Filmên Navnetewî bi fîlmê ‘Xwişkên Çekan’ dest pê bike

  • 10:04 28 Îlon 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê Cotmehê de wê 4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî li Silêmaniyê pêk bê. Filmê ‘Xwişkên çekan yan jî Artêşa Xwişkan’ ku behsa çîroka jinan ên Rojavayê Kurdistanê dike, yek ji filmên ku were nîşandane.
 
4'emîn Mîhrîcana Filmên Navnetewî li Silêmaniyê wê di 1’ê cotmehê de bi tevlîbûna, kesayet, derhênerên cîhanê û gelek kesên din pêk were. Wê di mîhrîcanê de 134 film, ji 79 welatan tevlî bibin. Tê payîn mîhrîcan hefteyek berdewam bike.
 
Herwiha di mîhrîcanê de wê 44 filmên Kurdî werin nîşandan. Filmê ‘Xwişkên çekan yan jî Artêşa Xwişkan’ku li ser şervanên jin yên li Rojavayê Kurdistanê hatiye çêkirin wê were nîşandan. Li gorî agahiyên berpirsyara ragihandina mîhrîcanê Şehên Sabir dayî Rojnewsê, wê di roja yekem ya mîhrîcanê de koma muzîkê derkeve ser dîkê. 
 
Herwiha wê di mîhrîcanê de 2 panel jî werin dayîn. Şehên da zanîn ku wê 11 dokumenterên navnetewî, 7 dokumenterên Kurdî, herwiha di beşê behemên nû de 12 film, 10 filmên dirêj, 22 kurte filmên navnetewî, 15 kurtefilmên Kurdî û 6 filmên anîmasyon di festîfalê de bikevin nava pêşbirkê. Tê payîn mîhrîcan Filmên Navnetewî li Silêmanî, dê 7’ê Cotmehê de bi belavkirina xelatan bi dawî bibe. 
 
Hêjayî gotinê ye Rojnemevan, derhêner û çalakgera jin a ji Fransayê Caroline Fourest filma xwe ya bi navê Soeurs d’Armes (Xwişkên çekan yan jî Artêşa Xwişkan) bi dawî kiribû. Derhênera jin, filma xwe diyarî şervanên Kurd û kesên ji gelek welatên cîhanê çûne û li dijî çeteyên DAIŞ şer kirine, kir. Naveroka fîlmê Jransî behsa tabûreke şervanên jin dike ku ji hemû dewletên cîhanê hatine û li Bakurê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirine. Fîlm di 9`ê Cotmehê de wê were pêşandan. Fîlmê “Xwişkên Çekan” yekem filmê Caroline Fourest e ku ji çîrokeke rasteqîn û têkildarî rewşa jina Êzîdî ya bi navê Zara ye. Zara ji aliyê DAIŞ`ê ve tê revandin û difiroşin çeteyekî DAIŞ`ê.