Li Farqînê rojên çand û hunerê dest pê kirin

  • 08:46 28 Îlon 2019
  • Çand û Huner
AMED - Li Farqînê rojên çand û hunerê yên ji aliyê Şaredariya Farqînê tên lidarxistin bi atolyeya zarokan û Stand-Up a Kurdî dest pê kir. 
 
Li Farqînê rojên çand û hunerê yên ji aliyê Şaredariya Farqînê tên lidarxistin bi atolyeya zarokan û Stand-Up a Kurdî dest pê kir. Dê rojên çand û hunerê 3 rojî bidome. Rojên çand û hunerê do bi şev li Parka Çandê bi beşdarbûna gelek zarokan dest pê kir. Berî çalakiyê perwerdekarên MA muzîkê bi def û zurneyê zorok vexwendin çalakiya li Parka Çandê. Perwerdekarên MA Muzikê zorokên ku ji kuçeyan da hevdu li Parka Çandê kom kir û li vir ser çavên wan boyax kir, bi orkestraya rîtma xwezayî, bi atolyeya wêne û muzîkê dilê zarokan xweş kirin. 
 
Rojên Çand û Hunerê bi lîstika Stand-Up a Mehmet Erbey dewam kir. 
 
Dê rojên çand û hunerê ya ji aliyê Şaredariya Farqînê tê lidarxistin îro û sibehê bi çalakiyên çand û hunerê yên cuda dewam bikin.