Çalakiyên konserê yên li Qelqelî û Sêrawê hatin qedexekirin

  • 12:25 27 Îlon 2019
  • Çand û Huner
WAN - Walîtiya Wanê bi hinceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de konserên şaredariyên Qelqelî û Sêrawê qedexe kir. 
 
Şaredariyên navçeyên Qelqelî û Sêrawê yên Wanê xwestin konseran li dar bixin. Lê Walîtiya Wanê bi hênceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de ku ji bo 15 rojan ragihandibû konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir. Dê hunermend Serhat Karakaş û Zozan Ozbey beşdarî konser ali Qelqeliyê bibûna. Qeymeqamiyê duh bi hênceta “ewlehiyê” biryar derxist ku konser hatiye qedexekirin. Hunermend û welatî êvarê çûn qada konserê lê destûr nehat dayîn konser bê lidarxistin. Konsera hunermend Kadîr Çat jî dê îro ji aliyê Şaredariya Sêrawêve bihata lidarxistin. Kosnera Kadîr Çat jî bi heman hêncetê hat qedexekirin. 
  
Beriya niha jî li Qelqeliyê konsera hatibû xwestin bê lidarxistin hatibû qedexekirin. Her wiha konsera Mem Ararat a li Wanê jî ji aliyê Walîtiya Wanê ve bi heman hêncetî hatibû qedexe kirin.