Qeydên qurs û perwerdehiyê ya li MEDÎ-DER'ê dest pê kirin

  • 09:15 26 Îlon 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - MEDÎ-DER ya bi armanca ku zimanên asîmele bûne û li ber tunebûnê bide jiyîn, li Mêrdînê hat avakirin, dest bi perwerde û qeydên qursan kir. Endama komeleyê Leyla Yîgît, hemû kesên ku dixwazin zimanê xwe biparêzin vexwendiyê qursan kir.
 
Li Tirkiyeyê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldana darbeyê pêk hat û piştî vê bi OHAL ya hat îlankirin re bi KHK’yên hatin derxistin gelek saziyên perwerde û lêkolînê yên li ser zimanê Kurdî hatin girtin. Qeyûmên tayînê şaredariyan bûn ewil kreşên bi Kurdî perwerde didan girtin. Komeleya Zimanên Ebedî yên Mêrdînê (MEDÎ-DER) bi armanca ku zimanê ber tunebûnê bidin jiyîn ava bû. Saziya ku di Cejna Zimanê Kurdî de hat vekirin, dest bi qurs û perwerdehiyan kir. Leyla Yîgît a di rêveberiya komeleyê de cih digire, her kes vexwendiyê perwerdeyan kir.
 
‘Xîbatê hemû aliyên asîmîle bûye dike’
 
Leylayê diyar kir ku ji bo parastina zimanên di bin asîmalasyonê de komele ava kirine û wiha got: “Di pêvajoya ku qeyûm hatin de 90 sazî û 15 dibistanên ziman hatin girtin. Qeyûman ewil berê xwe dan ser zimanê Kurdî û texrîbatek mezin kir. Wê demê li bajar xebatên der barê ziman de hatin sekinandin. Hemû sazî hatin girtin. Di du salan de li ser ziman xebat nehat meşandin. Axaftin abi Kurdî ya li kolanan kêm bû. Li ser vê em hatin cem hev.”
 
‘Em ê ziman bi gel bidin bibîrxistin’
 
Leylayê bi lêv kir ku welatî bi kîjan zimanî bixwazin wê perwerdeyê bibînin û di heman demê de wê bi bernameyên cuda xîtabê gel bikin û got: “Fêrbûna ziman ji zarokatiyê de dest pê dike. Divê polîtîka ‘ez çend mehan çûm perwerdeya ziman, lê nikarim biaxivim’ neyê meşandin. Em ê xebatan ji sendîka, şaredarî û saziyan bidin destpêkirin. Em ê zimanê gel bi gel bidin bibîrxistin.”
 
‘Em hemû gel vexwendiyê qeydan dikin’
 
Leylayê destnîşan kir ku qeyd hîna didomin û di 16’ê îlonê de dest bi perwerdehiyan kirine û wiha dawî lê anî: “Em hemû gelê xwe vexwendiyên qursan dikin. Bila her kes tevlî perwerdeyan bibin. Niha bi zaravayên Kurdî yên kirmancî û dimilkî qurs tên dayîn. Di pêvajoya pêş de em ê bi Suryanî û zimanên din jî perwerdeyê bidin.”
 
Serlêdan li avahiyên MEDÎ-DER û Egîtîm Senê tê kirin, ji bo agahiyê jî hejmara telefonê wiha ye: 0532 545 5842