'Ez jêhatî me û ez kedkar im ez jin im'

  • 09:08 24 Îlon 2019
  • Çand û Huner
AMED - Dayika 4 zarokan Evrîm Ulçen bi derfetên xwe hunera xwe li pêş xist û got: "Jin dema bixwaze dikare bi ser keve. Divê em ji çarçoveyên ku ji me re hatine xêz kirin rizgar bibin. Em ne ew in, em jêhatine û em dikarin hemû karê bikin." 
 
Evrîm Ulçen bi eslê xwe ji Farqînê ye û piştî ku zewicî li Amedê bi cih bû. Evrîn dayika 4 zarokan e . Evrîm bi derfetên xwe, hunera xwe ya boyaxkirinê ahşabê li pêş xist. Evrîm wekî jinên din karê malê re jî mijûl dibe. Ji bo Evrîmê jiyan tenê bi karê malê û xwedîkirina zarokan derbas name û divê jin ji bo xwe azad his bike karên din re mijûl bibe. 
 
‘Hûner hertişte, civake’
 
Evrîm, di axaftina xwe de bal kişand li ser wate û girîngiya hunerê û wiha got: “Huner bazinê zêrîne û herî zêde li destê jinê tê. Huner hertişte, civake ye. Jin bixwaze dikare bike, hêz û qabîlyeta jinê heye. Her wiha ez karê malê jî dikim zarokan jî xwedî dikim. Ji ber ku roja min ev qas têr û tijê derbas dibe ez nizanim ku roj çawa derbas bûye. Ez piştî zarok radizinim dest bi karê xwe ya hunerê dikim. Şev di saet 11’an heta 3’yan ji karê bayaxê re mijûl dibim. Ez gelek diwestim lê di encamê de gelek tiştên xweşîk derdikevin holê. Ez bi heskirineke mezin karê boyaxkirinê dikim."
 
‘Armancên min hebû’
 
Evrîm, li ser rewşa xebatên xwe axivî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Armancên min hebûn, min dixwest di vî alî de bibim xwedî bi diploma. Ji xwe re atolyeyek vekim û bi jinan re bixebitim û hilberînên xwe pêşkeş bikim. Lê ji ber ku zaroka min biçûk bû, rayedarên kursê min qebûl nekirin. Her wiha kreş jî ji ber ku zaroka min biçûk bû negirt. Lê min dev jê lêgerîna xwe berneda ku heta ku ez hatim qebûl kirin. Tiştên ku ez qal dikim wekî gotinê hêsan nebûn. Her wiha ji ber zarokan min 3 mehan navber da û li malê karê xwe berdewam kir. Min di serî de çêdikir û xiradikir, heta ku ez hîn bûm. Ez bi ser ketim. Niha ez sîparîş digirim û tiştên ku çêdikim difroşim."
 
‘Ez bi karê xwe, xwe azad hîs dikim' 
 
Evrîm, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser daxwaza jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin dema bixwaze dikare bi ser keve. Divê em ji çarçoveyên ku ji me re hatine xêz kirin rizgar bibin. Em ne ew in, em jêhatine û em dikarin hemû karê bikin. Ez bi hunera xwe re xwe azad hîs dikim. Karê min ne tenê karê li malê û xwedîkirina zarokan e. Ez jêhatî me û ez kedkar im ez jin im.”