Derhênera fîlmê ‘Qibleya min Mirov e’: Çîrokên me hevpar in

  • 09:06 22 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Habîbe Eren
 
ENQERE - Derhêner Sînem Taş ku bi fîlmê xwe yê ‘Qibleya min Mirov e’ penaberên  Lîzbonê kir mijar û bi fîlm re penaber bi felsefa Elewitiyê girt dest, diyar kir ku erdnîgarî cuda be jî çîrok hevpar in û got: “Bi çîrokên guhdarî dikim ku ez jî diguherim. Armanca min ev e ku bi xwe re ez xwendevanan jî biguherim.”
 
Sînem Taş ku ji bo lîsansa bilind çû Portekîzê, bi belgefîlma li wir kişand bal kişand ser pirsgirêkekê. Bi fîlmê xwe yê ewil ‘Qibleya min mirov e’ penaberên li Portekîzê kir mijar û rewşa penaberên li wir bi gotina kevneşopiya Elewî Bektaşî ya weke ‘Qibleya min mirov e’ girt dest. Sînem wek jinek Elewî, aliyên mirovahî yên penaberiyê radixe ber çavan. Sînem ya ji bo demekê hat Tirkiyeyê, hem li ser belgefîlm hem jî li ser penaberiyê axivî.
 
*Em ewil te nas bikin, hûn dikarin hinek behsa xwe bikin?
 
Ez piştî zanîngehê ji bo lîsansa bilind çûm Portekîzê. Vegeriyam Tirkiyeyê li Îzmîrê di rojnameyek herêmî de xebitîm. Min wê demê wêne kişandin. Piştre ez dîsa çûm Portekîz Lîzbonê. Min lîsansa xwe ya bilind li ser wêneyan kir. Min teza xwe jî li ser belgefîlmekê bi biryar kir. Ez ji felsefeya Elewî Bektaşî bi bandor bûm û fîlmê xwe çêkir.
 
*Te li ser kîjan sedeman penaber kir mijar?
 
Di 2015’an de pêvajoyek ku penaberan pir zêde koç dikir bû. Peneberên ku piranî ji Suriye û Rojhilata Navîn dihatin Ewropayê hebûn. Heman demê de li Îtalyayê di Akdenîzê de gelek mirin hatin jiyîn. Pirsgirêk li ber çavan bû. Min xwest ez balê bikşînim ser. Li Lîzbonê hevalên min yên bi penaberan re têkiliya wan hebûn, pir bûn. Ew bûn alîkarê min. Armanca min di fîlm de vegotina çîrokan bû. Ev teza min bû jî di heman demê de. Min di 2016’an de dest bi kişandinê kir. Kişandin, roportaj, komkirina wan nêzî salekê berdewam kir.
 
*Pirsgirêka penaberan ya ku te bi felsefeya Elewiyan girtiye dest, te ji kîjan alî de li pirsgirêkê nihêrt?
 
Ez jinek Elewî me û li Tirkiyeyê jî ji xwe backgroundumek polîk heye. Ji ber vê em xwedî hişmendî mezin bûn. Me maf û bawerî baldar girt. Bertekên me yên li dijî pirsgirêkên li vir li wir jî pêş ketin. Di heman demê de ez jî ne li welatê xwe bûm. Ez jî ji mala xwe dûr bûm. Penabertî rewşek polîtîk e jixwe. Lê ji ber ez ji felsefeya Elewî Bektaşî derketim rê, ez hîn bêtir li ser aliyê humanîstîk sekinîm. Di fîlm de jî min ev jixwe nîşan daye.
 
*Hevdîtinên te yên bi penaberan re çawa derbas bû, rewşeke ku bandor li ser te kir hebû?
 
Hevalek min got ez ê te bibim cem penaberan lê wê qebûl nekin. Berê jî gelek caran roportaj dabûn rojname û ajansan. Pirsigrêkên wan li Portekîzê hîna jî didomin. Dema diçin Portekîzê pêvajoyek qanûnî ya cidî li bende wan e. Nikarin bixebitin, ji malê derkevin, bi pereyekî kêm yê wek piştgiriyê didin wan dijîn. Di şertên zehmet de dijîn. Yanî ji ber ji wan re çareseriyek nehatibû dîtin, nedixwestin roportajê bidin. Rîskek wisa li bende min bû. Min ev rîsk da ber çavan û ez çûm. Malbata ez çûmê ji Bakurê Iraqê hatibûn. Armanca min vegotina çîroka wan bû. Min armanca xwe vegot. Wan jî erênî dît. Min xwest ew alîkariyê bidin ez jî bidim wan. Hîna jî ez wan dibînim. Axaftinên wan pir samîmî bû. Çîrokên wan mezin bûn. Di nav de zarok jî hebûn. Di vî alî de me dîmenên zehmet kişandin. Dem bi dem me navber da kişandinan. Demên hestiyar hatin jiyîn. Di vî alî de hem parçeyekê vê bûyîn û hem jî çavdêrbûn gelek zehmet bû. Piştre min bi penaberên ji Kongo, Senegal û Afrîkayê hatine re jî hevdîtin kir. Mixabin erdnîgarî cuda bin jî çîroka hevpar in. 
 
*Penaber dem bi dem rastî gotinên nefretê tên. Li Tirkiyeyê dema cenazeyê Alan Kurdî li peravê xist, nêrîn hinek guherî. Lê mixabin nêzîkatiyên wisa li ser rewşên dramatîk pêş dikevin. Di vî alî de tu fîlmên li ser penaberan tên çêkirin têr dibînî? An jî tiştên tên çêkirin balê dikşîne ser pirsgirêkê?
 
Wek te got, li Îltalyayê her cara ku keştiya penaberan diqulipî dihat rojevê û piştre dihat jibîrkirin. Herî dawî li dildarên ku ji Portekîzê çûn Îtalyayê li peravê penaber xilas kirin bi hinceta ‘alîkarî dane kolberan’ doz lê hatin vekirin. Der barê ciwanên dildar de, ji ber jiyana penaberan xilas kirin bi daxwaza 20 sal ceza doz lê hatin vekirin. Ev tiştên bi êş in. Piştî bertekan hikûmetê zimanê xwe hinek guhert û hinek cuda bertek nîşan da. Lê ev bertek jî ji bo demekê ye û tune dibe. Li ser penaberan gelek fîlm, belgefîm, nivîs hatin nivîsin. Li gorî min ev bandorê dikin ji ber mirov dibin xwedî hestyarî. Her kes li dora xwe bi qasî ku dike hewl dide. Ez wisa difikirim ku kî destê xwe bike bin kevir wê rewş evqas bê bihîstin.
 
*Bertekên li hember fîlmê we çawa bû?
 
Bi çîrokên min guhdarî kir re ez jî guherîm. Armanca min ev bû ku ez bi xwe re xwendevan jî biguherim. Ez dixwazim em bi hev re biguherin. Ji ber çîroka me pir hevpar e. Çîrok bi sê zimanî Tirkî, Îngîlîzî û Portekîzê hem li ser çapemeniya civakî hem jî di malperên nûçeyan de tê weşandin. Mirovan dîtin ku, bi mirovên li welatên din bi zimanekî din diaxivin, aliyên wan ên hevpar gelek zêde ne. Bertek jî di vî alî de bûn jixwe. Armanca projeya min jî ev bû ku ez nîşan bidim em çiqas hevpar in û vê têkiliyê nîşan bidim. Ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê rewş wisa ye.
 
*Gelo wê berdewamiya belgefîlm hebe? Em bawer in tu yê kişandina wêneyan bidomînî? Ji vir şûnde rota ku der e? 
 
Ev fîlm bû çavkaniya îlhama projeya min a demdirêj jî. Ez çavên mirovan ên rast û çep dikşînim û tînim cem hev û yekbûnekê ava dikim. Bi vî awayî ez bi navê ‘Qibleya min mirov e’ berdewam dikim. Ez îcar ne penaberan, çîrokên mirovan vedibêjim. Ji Japonya, Afrîka, Kuba, Latîn Amerîkayê wê çîroka mirovan hebe. Ji bo vê projeyê bikim jiyanê, ji ber li Lîzbonê dixebitim min îstîfa kir. Ez ketim rê. Ez ê niha 3 mehan li Fasê bim. Piştre ez ê biçim Başûrê Afrîkayê. Piştre jî ez ê biçim Asya û Latîn Amerîkayê. Heta ji destê min bê ez ê biçim welatên dûr û wêneyan bikşînim. Me ji bo Tirkiyeyê di 2021’an de bernameyek amade kir. Ez li Fasê li bajarê Marakeş bi galeriyekê re hevdîtinan dikim. Li Casablanca jî galeriyekê difikirim. Di amadekariyên pêşangehê de me.
 
Sînem Taş kî ye?
 
Sînem li Enqereyê hat dinê û ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Uludagê mezûn bû. Di 2013’an de li Îzmîrê di rojnameyek herêmî de wek nûçegîhana wêneyan xebitî. Piştre ji bo lîsansa bilind çû Lîzbonê. Li Zanîngeha Lîzbonê beşa Wêneyan qedand. Di navbera 2014 û 2019’an de wek wênekêş xebitî. Di projeyên qursên fîlm KINO DOC yên li Lîzbonê de cih girt. Di 2017’an de belgefîlma ‘Qibleya min mirov e’ kişand. Sînem pêşangehên xwe yên wêneyan jî didomîne.
 
Heta îro pêşandana fîlm ya li Tirkiye û cîhanê wiha ye: 
 
“Mîhrîcana Olhares do Mediterrâneo, CINE-TEATRO DE ALCOBAÇA JOÃO, Alcobaça, Portekiz. 2019, Mîhrîcana Fîman a Penaberan, pêşandan, Îzmîr, Tirkiye. 2019, Olhares do Mediterrâneo, Pêşandan, Vigo/Galiçya, Ispanya. 2019, Shortcutz Guimarães, pêşandan, Portekiz. 2019, Olhares do Mediterrâneo Festival Extention, by CRIA, UTAD, Teatro de Vila Real, Pêşandan, Portekiz. 2019, Lift-Off Sessions. 2019, Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya 2’emîn AFSAD, Enqere, Tirkiye. 2018, HuBB (Humans Before Borders), pêşandan, Lizbon, Portekiz. 2018, Mîhrîcana Fîlman a Koçberiyê ya Global (IOM), Endonezya. 2018, Olhares do Mediterrâneo V. Film Festivali, pêşandan, pêşbirk a Travessias and Começar a Olhar Portekiz. 2018, Zanîngeha Lîzbonê, Fakulteya Hunerên Xweşik,pêşandan, Portekiz. 2018, Rojên Fîlman a 3P: Pia-Palto, Tirkiye”
 
Fîlm di mijdarê de li Galîçya Ispanyayê de tê nîşandan.