Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê di roja duyemîn de didome

  • 16:23 18 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ-3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê di roja duyemîn de didome, zarok berhemên xwe yên hunerî  bi dilekî geş pêşkêş dikin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3'yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê didome. Di roja duyemîn de zarokan berhemên xwe yên hunerî ji lîstok, stran, şano, pêşengeh û govend pêşkêş dikin û hestên xwe bi nazdariya dilê xwe tînin ziman.
Di Mîhrîcanê de, her zarokek bi reng û zimanê xwe tevlî Mîhrîcanê dibin. Zarokan  bi cil û bergên xwe yên gelêrî bejna xwe xemilandine. Kesên mezin ji bo bikaribin zarokan bidin kenandin kostûmên ajalan li xwe kirin û bi zarokan re dibin zarok û kêfxweşiya wan parve dikin. Zarokên ku tevlî Mîhrîcanê bûne ne tenê bi pêşkêşiya beşên hunerî kêfxweş in, di heman demê de bi dîtina hevalên xwe  jî  kêfxweş dibin û ji dilê xwe dikenin. 
 
Zarok bedewiya jiyaneke nû ne 
 
Koma stranan ya Feyroz ku ji bajarê Reqayê beşdarî Mîhrîcanê bûne bi strana hunermenda bi nav û deng Feyrûz dest bi stranên xwe pêşkêş dikin. Zarokên ku li ser dikê cil û bergên herêma xwe li xwe kiribûn û hewil didin ku çanda bajarê xwe bi awayek herî baş pêşkêşî hevalên xwe yên temeşevan bikin. Di  Mîhrîcanê wêneyên zarokan ku wan bi tiliyên xwe yên nazîk xêzkirine hene. Wêneyên di destê wan de xeyalên wan yên jiyanek xweş, xwezeyeke bê şer şîrove dike. Ev zarok bedewiya jiyaneke nû ne.