Sêyemîn mîhrîcana hunera zarokan a herêma Firatê dest pê kir

  • 16:32 17 Îlon 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ- Sêyemîn mîhrîcan hunera zarokan a herêma Firatê bi  dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" dest pê kir.
 
Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk  TEV-ÇAND'ê bi dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" sêyemîn mîhrîcana hunera zarokan a herêma Firatê li navenda Baqî Xidro ya çand û hunera Kobanê dest pê kir. Mîrîcan wê sê rojan bidome. Wê zarok hunera xwe ji mûzîk, şano, govend pêşkêş bikin. Cihê mîhrîcanê bi wêneyên lîstokên zarokan hat xemilandin.
 
Mîhrîcan bi meşek girseyî ji aliyê zarokan û Endamên Komîteya Amedekar  ve li Qada Jina Azad a Kobanê hat despêkirin. Zarok bi cil û bergên hunerî  û bi amûrên mûzikê tevlî meşê bûn. Meş li  qada Aşîtî rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pekrewanê azadiyê,
Endama rêveberiya kongreya star Şevîn Qul Exasî  vekirina mîhrîcanê li tevahî zarokan pîroz kir û wiha axivî:" Weke tê zanîn bi hezarên salan çanda me hatibû çewisandin. Di hindirê şoreşa jinê de hemû şoreşan dest pê kirin. Şoreşa ziman, ehlaq û çandê, îro jî şoreşa çandê bi beşdarbûna van kulîlkan geş û xweş dibe. Em hêviyên serkeftinê ji tevahî zarokan re dixwazin."
 
'Armanca mîhrîcanê xurtkirina hunera zarokan e'
 
Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Rêzan Nesan Armanca lidarxistina vê mîhrîcanê anî ziman û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Girîngiya vê  mîhrîcanê xurtkirina hunerê di rihê zarokan de ye û avakirina hezkirina hunerê di rihê zarokan de ye. Hêviyên me ku tevahî zarok bi vê mîhrîcanê şa bibin." 
 
'Em ê hêviyên zarokan pêk bînin'
 
Li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn Gulçîn Qasim axaftin kir û got: " Her zarok di hundirê wan de hunerek  û hêviyek heye. Em dixwazin xwedî li xeyalên van zarokan derkevin û hêviyên wan pêk bînin. Pêwîst e em van zarokan li ser hezkirina çandê mezin bikin û çanda kurdî bi wan bidin nasîn."
 
Paşê Koma Koral a  stranên gelêrî  çend stran  ji beşdarvanan re pêşkêş kirin. Roja yekemîn ji mîhrîcanê bi girêdana govendê bi dawî bû. 
 
Tê payin wê sibe komên zarokan berhemên xwe yên hunerî li ser dika mîhrîcanê pêşkêş bikin.