Li Cizîr û Hezexê bernameyên çand û hûnerê bi şahiyê dawî bû

  • 09:59 16 Îlon 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Li Cizîd û Hezexê ji hêla Şaredariyên HDP’ê ve bernameyen Çand û Hunerê hatibûn lidarxistin û bernameyên çand û hunerê bi şahiyan bi dawî bûn. 
 
Şaredariya Hezexa Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Şano, Sînema û Konserê lidarxistibû di roja sêyem de bi konsera li baxceyê avahiya şaredariyê bi dawî bû. Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevlî  bû. Jinên ku tevlî şahiyê bûn bi cilên xwe yên gelerî tevlî bûn. Her wiha dora cihê şahiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. 
 
Şahî, bi staranên Koma Hezexê û bi gerandina govendê dest pê kir. Piştî Koma Hezex, Rewşen Çelîker derket li ser dikê û stranên xwe got. Piştî ku Rewşen stranên xwe got, hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen axaftinek kurt kir. Songul, balê kişand ser qayûmên ku tayînê şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatibûn kirin û wiha axivî: “Em van qeyûman qebûl nakin. Ev qeyûm ne tayînê şaredariyên me hatin kirin. Ev qeyûm li dijî ziman û çanda me hatiye tayînkirin.” Songul, di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser cihazên X-ray ku di têketina şaredariyê de ji aliyê polîsan ve hatiye danîn wek “şerma herê mezin” nirxand.
 
 ‘Îro ev roj ji bo me rojek dîrokî ye’
 
Piştre jî Murat, axivî û wî jî behsa qeyûmên tayînê şaredariyê hatiye kirin kir û bi lêv kir ku ew dikarin qeyûm tayînê şaredariyan bikin, lê nikarin tayînê dile gel bikin. Murat, destnîşan kir ku gelê Hezexê bersiva xwe daye û ev tişt got: “Beriya 4 salan qeyûm tayînê şaredariyên me hatin kirin. Lê belê em îro dîsa li virin û me bersiva hewceya jî da. Îro ev roj ji bo me rojek dîrokî ye.
 
Piştî axaftinên hatin kirin Koma Pek û hûnermend Umut Botan derketin ser dîkê. Şahî bi gerandina govendê, tililî û çepikan bi dawî bû.
 
Li Cizîrê jî sedan kes tevlî şahiyê bûn
 
Her wiha Şaredariya Cizîrê ya HDP’ê  ku Rojên Çand û Hunerê dabûn destpêkirin bi şahiyê li Birca Belek dawî bû. Li vir jî derdora qadê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig, rêvebirên HDP-DBP’ê û bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Li vir jî hûnermend Baran Bozyel, Bajar û Rojhat Cizîrê derketin ser dîkê û stranên xwe gotin. Şahî bi gerandina govendê û çepikan bi dawî bû.