'Ji bo parastina nasnameya xwe em kevneşopiyên xwe biparêzin'

  • 09:14 13 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Elmas Nayıf - Nupelda Têkoşin
 
ŞENGAL - Li Şengalê Eşîra Simokiyan ev 120 sal in wekî kevneşopiya bi hev şêwirandinê rojên xêran çê dikin. Di vê rojê de kesên ku xizan bin alîkarî bi wan tên kirin. Jinên ku beşdarî vê roja taybet bûne gotin:"Ji bo parastina nasnameya xwe em kevneşopiyên xwe biparêzin."
 
Li Şengalê şopandina çanda kevnar her didome. Yek jin van çandên kevnar ew e ku gelek kes li hev dicivin bi hev re dişêwirin û alîkariya hevdu dikin.  Eşîra Simokiyan ev 120 sal in wekî kevneşopiya bi hev şêwirandinê rojên xêran çê dikin. Kon tên vekirin, jin nanê şilikê çêdikin. 4 teşt hevîr tê çêkirin. Ji bo bereketa vî hevîrî neçe ne hevîr tirş ne jî dermanên wekî din nayên bikaranîn. Lê tê gotin ku ev roja ku dihat lidarxistin berî fermanê xweştir bûye. Jinên ku beşdarî vê rojê dibin kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin:"Em gelek hez dikin ku di vê rojê de alîkariya hevdu bikin û çanda xwe biparêzin."
 
'Hêviya me ew e em dîsa hemû bên gel hevdu'
 
Jina bi navê Gulê Xidir a 61 salî ku ev 23 sal in kedê dide roja bi hev şêwrandinê wiha dibêje:"Ev 120 sal in em kevneşopiya xwe didomînin. Em nanê şilik çêdikin. Bi taybet her sal roja çarşemê tê çêkirin. Taybet her sal rojekê çarşeme tê çêkirin. Ji ber roja Çarşemê roja Xwedayê me ye. Her sê salê ku dema pîştê fermanê me çênekir, em belav bûn, lê niha jî em belav bûne. Hinek li Evropa ne, hinek li Başûrê Kurdistanê ne. Berê me xweştir nanê xwe çêdikir em hemû li cem hevdu bûn. Hêviya me ew e em dîsa hemû bên gel hevdu."
 
'Em ji parastina çanda xwe hez dikin'
 
Gulê wiha dewam kir:"Em dema di vê rojê de nanê şilik çêdikin em 4 teşt hevîr dikin. Em hevîrê xwe bi rûnê pez distirên. Lê ji bo hevîr tirş bibe tu tiştek nayê xistin. Piştre ku em hevîrê xwe distirên, dixin nav siniya mezin. Em agirê xwe dadidin, piştre 3 saetan agirê me xulê digire. Lê ji bo nan taybet agirê dirka( tepik) tê pêxistin. Dar nabe. Sorbûna nên 3-4 saetan digire. Pişte ku tê sorkirin, em dixin sîniya herî mezin û dibin nav konê  5 kîlo ku rûnê pêz hatiye hilandin û du şîşe hingiv ser tê reşandin. Di heman demê de vê rojê ji hemû kesî re xwarin jî tê çêkirin. Em ji parastina çanda xwe hez dikin."
 
'Me nexwest em dev ji çêkirina nanê şilik berdin'
 
Gulê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Beriya fermanê em li Gunde Barê bûn. Li Barê me çêdikir. Niha gelek kesên me ji axa xwe dûr ketine belav bûne. Me tenê 3 sal çênekir û me got pêwîst e em nanê xwe Şilik dev jê bernedin. Me nexwest em dev ji çêkirina nanê şilik berdin. Berê me di  10'ê Cotmehê de çêdikir, îsal me zûtir çêkir. Hêvî û daxwazên me ev e ku deriyekî xêrê ji bo gelê me were vekirin. Keç û jinên ku di destên DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin. Her kes vegere ser axa xwe."
 
'Em lidarxistina vê roja bi xêr li ser milê xwe wekî erkekê dibînin'
 
Keça Gulê Xidir, Şîrîn Qasim Milko jî wiha got:"Em lidarxistina vê roja bi xêr li ser milê xwe wekî erkekê dibînin. Em bawer dikin ku ev roja ew ê me ji fermanan û kuştinê biparêze. Jinên Êzidî ji destên çeteyan rizgar bike . Ji bo ku ew ji çanda me ye kevnar e pêwîst e em her sal li dar bixin. Lê hîn gelek kes nehatiye ji ber pîştî fermanê gelek kesên me belav bûn. Em dixwazin hemû Şengalî vegerin ser axa xwe û em rojên xwe yên bi kêf bi hev re çê bikin."
 
'Em dixwazin bi hev re çanda xwe bidomînin'
 
Şîrînê ji bo çêkirina hevîrê nanê şilik wiha dibêje:"Ez, dayik, herdu xwişk û bûka me em hevîr ji bo çêkirina nanê şilik dikin. Piştî hevîr çêdibe şûnde em bi baldarî sor dikin. Piştre em hingiv li ser dikin. Dema em çê dikin em gelek kêfxweş dibin. Em gelekî dixwazin hemû kesên koç kirina vegerin ser axa xwe û em bi hev re vê çanda xwe bidomînin." 
 
'Ji bo parastina nasnameya xwe em kevneşopiyên xwe biparêzin'
 
Keça Gulê Xidir, Vetha Qasim Milko jî wiha hestên xwe anî ziman:"Di serî de em xêrhatina mêvanên xwe dikin. Em nanê şilik ji bo hemû kesên xwe çêdikin. Dema nanê şilik tê xwarin dua tê kirin. Em gelek kêfxweş in ku em vê kevneşopiya hîn bi cih tînin. Ji bo parastina nasnameya xwe em kevneşopiyên xwe biparêzin. Em gelek hez dikin ku di vê rojê de alîkariya hevdu bikin û çanda xwe biparêzin."