Li Silopiyê Rojên Sînema û Şanoyê bi dawî bûn

  • 08:52 13 Îlon 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê, ku Rojên Sînema û Şanoyê lidarxistibû di roja 5'emîn de bi dawî bû. Di bernameyê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û got: "Em dibêjin ger ku cihê me yê çandê tune be, em ê jî xebatên çand û hunerê derxin li qadan.” 
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Sînema û Şanoyê dabû destpêkirin û bernameya xwe di roja 5'emîn de bi dawî kir. Di roja 5'emîn de lîstika bi navê “Zargotin Zêrgotin e” ya koma Şanoya Mencelê ya ku ji Wanê hat, li Parqa Yilmaz Guney hat pêşandan. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, xebatkarên şaredariyê, rêveberên HDP yên navçeyê û bi sedan kes, tevlî pêşandana lîstikê bûn.
 
Lîstîk ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî lîstîkê hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk slav da. Hevşaredar Adalet, piştî lîstîkî axivî û diyar kir ku bernameya Rojên Sînema û Şanoyê ku 5 roj in didomin bi dawî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku qeyûm hatin tayînkirin kar û xebatên çand û hunerê hatin astengkirin. Niha cihê ku em xebatên çand û hunere bimeşînin nîne. Lê ev tişt ji bo me ne asteng e me xebatên xwe yên çand û hunerê li kolanan da dest pê kirin û em lîstîkên xwe û bernameyên xwe li kolanan didin pêşandan."