Şaredariya Hezexê Rojên Sînema, Şano û Konseran li dar dixe

  • 09:05 12 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şaredariya Hezexê ya HDP’ê, Rojên Sînema, Şano û Konseran ku wê 3 rojan berdewam bike li dar dixe. Derbarê mijarê de Hevşaredara Hezexê Songul Erden axivî û bang hemû kesî kir ku tevlî bernameyê bibin û wiha got: “Divê em xwedî li çand û hûnera xwe derbikevin.”
 
Şaredariya Hezexê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), bernameya Rojên Sînema, Şano û Konseran li dar dixe. Bernameya ku di 13’ê Îlonê de dest pê dike dê 3 rojan berdewam bike. Derbarê mijarê de Hevşaredara Hezexê Songul Erden axivî û bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameyê bibin.
 
Songul, anî ziman ku ji 2016’an virde li Hezexê tu bernameyên çandê ji bo gel nehatine pêk anîn û wiha got: “Hezex rojên gelek xirap jiya. Ne bitenê Hezex gelek bajarên me yên dinê jî di rojên xirab re derbas bûn. Tu carî zarokên kurd û Kurdistanê  bi çand û zimanê xwe şa nebûn. Nexêrxwazên dagirker welatê me dagir kirin û nehîştin ku em bi ziman û çanda xwe şa bibin. Ji ber vê jî me got pêwîstiya Hezexê bi bernameyên çandê heye û bernameyek ji bo 3 rojan li dar xist. Ji ber ku dema me şaredarî dewr girt ciwanên me ev daxwaz ji me kiribûn. 
 
‘Gelê me xwedî li çanda xwe derdikeve’
 
Songul, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Hezex diwarê bernameyên çandê gelek paşve hatiye hiştin û wiha pêl da axaftina xwe: “Li Hezexê herî zêde koçer hene. Ên herî zêde li ser çanda xwe mane û zimanê xwe parastine jî koçe in. Lê belê çanda koçeriyê jî hêdî hêdî ji holê tê rakirin.  Gel û welatek bi çanda xwe heye. Lê qeyûmên ku tayînê şaredariyên DBP’ê hatin kirin di serî de êrîşî saziyên çand û hûnerê kirin û hemû girtin. Lê belê pergala qeyûm tiştê ku xwest bi dest nexist. Îro gelê me carekedin xwedî li çanda xwe derdikeve. Ji aliyek dinê ve jî ev tişt heye; îktîdarê gel tirsandiye û gel newêre bi zimanê xwe biaxive. Em vê dibêjin her çiqasî mirov gelek zimanan bizanbe jî dema ku mirov li zimanê xwe xwedî derneyê ew kêmaniya herî mezin e.”
 
Ji bo tevlîbûnê bangawazî
 
Songul, di dirêjiya axaftina xwe de got bernameya Rojên Sînema, Şano û Konserê dê di 13’ê Îlonê dest pê bike û dê 3 rojan berdewam bike û wiha domand: “Xebatên me niha ji bo bernameyê dest pê kirine û berdewam dikin. Em ê roja herî dawî yanî di 15’ê Îlonê de konserê li dar bixin. Em dixwazin ku bi vê bernameyê moral bidin gelê xwe. Ciwanên me gelek xemgîn xuya dikin, em hêvî dikin ku bi vê bernameyê gelek kêfxweş bibin. Em bang li  hemû ciwan û gelê xwe dikin ku tevlî vî bernameyê bibin.
 
‘Ev êrîş li dijî gel hat kirin’
 
Songul, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyûmên ku tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro ne tenê şaredariyên me hatin xespkirin, di heman demê de vîna me jî hat xespkirin. Îktîdarê vîna gel nas nekir û tune hesiband. Qeyûmên ku îro tayînî şaredariyên me hatin kirin êrîşeke û ev êrîş li dijî vîna gel hat kirin. Divê em xwedî li vîna xwe derbikevin û şaredariyên me yên ku hatine xespkirin paşve bigirin.  
 
Bernameya Şaredariya Hezexê ya 3 rojan wiha ye:
 
13’ê Îlonê
 
-Nîşandana lîstika Şanoyê
 
Tenê Ez(Yalnız Ben)
 
Cih: Salona Şaredariyê
 
14’ê Îlonê
 
-Nîşandana Sînemayê
 
Cih: Salona Şaredariyê
 
15’ê Îlonê
 
-Konser
 
Koma Pel
 
Xecê
 
Umut Botan