Li Sîlopiyê Rojên Sînema û Şanoyê berdewam dike

  • 08:42 12 Îlon 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP'ê, ku Rojên Sînema û Şanoyê ji bo 5 rojan dabû destpêkirin  di roja çaremîn de bi fîlma bi navê “Meş" bernameya xwe  berdewam kir.
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya Rojên Sînema û Şanoyê dabû destpêkirin û bernameya xwe di roja çaremîn de berdewam kir. Bernameya ku dê 5 rojan berdewa bike di roja çaremîn de bi fîlma bi navê "Meş" ku li Parqa Cumhuriyetê hat pêşandan berdewam kir. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, xebatkarên şaredariyê, rêvebirên HDP yên navçeyê û gelek kesî fîlma hat pêşandan bi coşeke mezin temaşe kirin,
 
Bername, dê sibê bi atolyeya zarokan û pêşandana fîlm bi dawî bibe.