Şaredariya Silopiyê rojên sînema û şanoyê da destpêkirin

  • 08:47 9 Îlon 2019
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê, Rojên Sînema û Şanoyê ku wê 5 rojan berdewam bike bi fîlmê bi navê “Strana Dayika Min” ve da destpêkirin.
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), bernameya Rojên Sînema  û Şanoyê da destpêkirin. Bernameya ku dê 5 rojan berdewam bike îro bi sînemayê dest pê kir. Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, xebatkarên şaredariyê, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek kes, beşdarî bernameya ku bi fîlmê “Strana Dayika Min” dest pê kir, bûn.
 
Rojên Sînema û Şanoyê bi eleqeyek mezin dest pê kir. Bername dê sibehê di roja duyem de li taxa Parqa Cumhuriyet bi atolyeya zarokan û li taxa 15’ê Tebaxê jî bi sînemayê berdewam bike.