Ji aliyê şaredariya Riyaarmûşê ve konsera zarokan hat lidarxistin

  • 08:46 9 Îlon 2019
  • Çand û Huner
WAN - Şaredariya Riyaarmûşê ji bo zarokan li navenda çand û hunera Berîvanê konser  li dar xist. 
 
Ji aliyê şaredariya navçeya Riyaarmûşê ve li navenda çand û hûnera Bêrîvanê ji bo zarokan konser hat lidarxistin. Zarokan eleqeyeke mezin dan konserê. Zarokên ku dest û rûyên xwe boyax kirin tevlî klaman bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.  
 
Li gel zarokan malbatên wan ji tevlî konserê bûn û bi govend girtinê konsera zarokan bi dawî bû.