Şaredariya Silopiyê Rojên Sînema û Şanoyê li dar dixe

  • 09:07 7 Îlon 2019
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Rojên Sînema û Şanoyê ku wê 5 rojan berdewam bike  li dar dixe. Derbarê mijarê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameya Rojên Sînema û Şanoyê bibin.  
 
Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), bernameya Rojên Sînema  û Şanoyê li dar dixe. Bernameya ku di 8’ê Îlonê de dest pê dike dê 5 rojan berdewam bik. Derbarê mijarê de Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan axivî û bang hemû kesî kir ku tevlî bernameya Rojên Sînema û Şanoyê bibin.
 
Adalet, di destpêka axaftina xwe de got ku hejmara nifûsa Silopiyê nêzî 120 hezar e û ev 4 salên dawiyê de ji bo gelê Silopiyê tu xebatên çandê nehatine kirin  û wiha got: “ Dema qeyûm di sala 2016’an de hat tu xebatên çandê ji bo gel nekir. Tu derfet nedane gelê navçeyê ku xebatên çandê bikin. Ji ber vê jî pêdiviyek mezin bi xebatên çand û hunerê heye. Herwiha ji xwe piştî ku me şaredarî bi dest xist û şûnde jî dawaza gel jî ji bo bernameyeke bi vî rengî hebû. Lê jixwe beriya ku qeyûm tayînî şaredariyên me bên kirin navenda çandê ku di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşandin hebû. Lê di sala 2016’an de piştî ku navenda çandê ji aliyê qeyûm ve hat girtin xebatkarên wê jî hatin belavkriin.  Ji ber wê jî mexwest ku em careke din vê navendê komî ser hev bikin û bernameyeke çandê ji bo gelê xwe li dar bixin.”
 
‘Em bang li hemû kesî dikin ku tevli bernameyê bibin’
 
Adalet, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew ê di 8’ê Îlonê de bernameya  Rojên Sînema û Şanoyê  li dar bixin û wiha domand: “Bernameya me 8’ê Îlonê dest pê dike û wê heta 12’ê Îlonê berdewam bike. Yanê Rojên Sînema û Şanoyê dê 5 rojan berdewam bike. Em ê fîlm û listikên xwe li parkan ji gel re vekirî bidin pêşandan. Ji bo hemû gelê me tevlî bernameya me bibe me xwest ku em bernameya xwe bi vî rengî li dar  bixin. Em bang dikin ku hemû gelê me tevli vê bernameya çand û hinerê bibe.”
 
‘Em ê navenda çand û hûnerê vekin’
 
Navenda me ya çandê hebû lê qeyûm ji bo 3 salan dabû kirê. Me wek şaredarî nivîs nivisî û me navenda valakir. Her wiha salona konferansê ji bo 10 salan bêbedel wek pirtûkxaneya gel hatiye bikaranîn. Me civîna xwe ya meclisê pêk anî û me biryara qeyûm betal kir. Dema ew salona konferansê bê valakirin em ê wan deran bikin cihê navenda çand û hûnerê. Her wiha komîsyona me ya çand û hûnerê jî heye û niha di meclîsê de cih digire. Ew jî xebatên xwe yên çand û hûnerê dimeşînin. Pêdiviya gel a bi çand û hunerê ne tenê di mehên havînê de ye. Di hemû demsalan de pêdivî bi kar û xebateke bi vî rengî heye. Em ê di demên pêşiya me de navendeke çandê ya nû jî vekin."
 
Bername dê li van cihan pêk bê:
 
8’ê Îlonê li Parqa Ahmet Kaya (Sînema)
 
9’ê Îlonê li Parqa Cumhuriyet (Atolyeya Zarokan)
 
9’ê Îlonê li Parqa 15’ê Tirmehê(Sînema)
 
10’ê Îlonê li Parqa Yilmaz Guney(Şano)
 
11’ê Îlonê li Parqa Cumhuriyet(Sînema)
 
12’ê Îlonê li Parqa 15’ê Tirmehê (Atolyeya Zarokan)