5'emîn Mîhrîcana Zarokan bi dawî bû

  • 10:28 5 Îlon 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 5'emîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşmeya "Em zarok simbilê jiyanê ne" bi pêşengiya Tevgera TEV-ÇAND û Rêxistina Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn ve hatî organîzekirin bi dawî bû.
 
5'emîn Mîhrîcana Zarokan a bi pêşengiya Tevgera TEV-ÇAND û Rêxistina Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn hat lidarxistin. Bernameyên mîhrîcanê 4 rojan li navdenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê pêk hat. Komên mûzîk, şano û govendê yên netewên Kantona Qamişloyê bi dawî bû.
 
Di roja dawî de koma mûzîkê Kûlîlkên Rojava ya bajarê Qamişloyê, şano Til Hemîs, mûzîka zarokên Rimêlan, şanoya zarokên Qamişloyê 'Sarya Baran', mûzîka Til Hemîs, Mûzîka Ş. Sehed, Govenda Til Koçer, Şanoya' Serxwebûna Mîrîşkan', hatin pêşkêş kirin.
 
Ji bo zarokên bi komên xwe re beşdarî Mîhrîcanê bûn, dê bi destpêkirina dibistanan li dibistanên xwe jî pêşkêş bikin û li wir dê tevgera TEV-ÇAND û Rêxistina Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn bi hazirbûna malbatên  xelatan belav kir.