Lîstîka Mem û Zînê carek din tê pêşandan

  • 09:38 5 Îlon 2019
  • Çand û Huner
AMED -  Piştî 5 salan cara duyem çîroka Mem û Zînê ya ku ji aliye Ehmedê Xanê ve hatî nivîsandin dê sibêhê derkeve ser dikê. Şanoger Berfîn Emektar, diyar kir ku li gel hemû bêderfetiyan dê bibin leyîqê destanê û got: "Li dijî astengkirina xebatên çandê em ê xebatên xwe yên şanoyê bidomînin."
 
Destana Mem û Zînê a ku di sala 1962’an de ji aliye nivîskar Ehmedê Xanê ve bi devoka kurmancî hatiye nivîsandin wê bi awayê şano ji gelê Amedê re dê carek din bê pêşkêşkirin. Destana ku jiyana trajîk ya du hezkiriyan vedibêje ji aliye nivîskar Kawa Nemir ve weke kurdiya îro hate wergerandin û li ser vê yekê bi derhêneriya Ruknettin Gun lîstok hat amadekirin. Ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê ve û pişgiriya MA Muzîk, Navenda Çand û Hunerê Laleşê ve weke komekî 60 kesî  tê amadekirin. Piştî  5 salan cara duyem  di navbera 6'ê û 8'ê îlonê de li Galeryayê dê derkeve ser dikê. 
 
Di lîstokê de Gulseven Medar li cihê Zînê , Alî Tekbaş li cihê Mem, Yavuz Akkuzu jî li cihê Beko û Kemal Ulusoy ji karekterê Mîr de derdikevin ser dîkê. 16 stranên ku di lîstokê de de werin gotin jî ji aliye Şeyhmus Sefer ve hatiye vehonandin.
 
‘Bi astengiyan nikarin me asteng bikin' 
 
Endama Şanoya Bajêr Berfîn anî ziman ku ew beriya 5 salan bi komek 60’î kesî li Koşka Cemîl Paşa lîstoka Mem û Zîn lîstin, ew ji di şeklê mûzîkal de bû û wiha got: "Bi qeyûmê re êrîş li ser cihên çand û hunera Kurdî hat kirin. Ji ber vê sedemê mixabin em wê li qadek biçûk ku derfetên me hatî asteng kirin de lîstoka xwe pêşkêş bikin. Astengiyên diafirînin wê li pêşiya me negirin. Me nexwest bi wê yekê re xebatên xwe bidîn rawestandin. Hûn dikarin weke çalakiyekî binirxînin. Li dijî van polîtîkayên Tirkiyê weke bertekekî em ê leyîstokên xwe bê navber berdewam bikin. Bi taybet ji lîstokek bi vî awayî bawerim ku wê ji bo çalakiyê di cih de be.”
 
'Dewlemendiyeke mezin daye qezençkirin'
 
Berfîn di axaftina xwe de bal kişand ser naveroka lîstîkê û wiha axivî: "Bi awayeke kurt em dikarin naveroka lîstokê bibêjin ku vegotina hezkirinêye. Ew bi vegotina têkiliya jiin û zelamekî re jiyana kurdan a civakî bi awayê herî xurt vedibêje. Memê ku bi her awayî ve xweşikbûnê, bêçaretiyê  temsîl dike û Beko yê di her kêliyê de fitne, fesadî û xerabiyê vedibêje. Ew rupelek kevin ji dîrokê ku roja me ronî dike ye. Destan ji derveyî vegotina dîrokê re ji xwedî taybetmendiyek wêjeyî ye.  Di vî warî de dewlemendiyeke mezin bi kurdan daye qezençkirin.”
 
'Em gel vedixwînin vê şanoyê'
 
Berfîn herî  dawî anî ziman ku ew dixwazin ligel hemû bêterfetiyan bibin layîqê destana nivîskar Ehmedê Xanî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi qasî di pêşandana yekem de balê kişand ser xwe lîstok,  divê di cara duyem de jî em zêdetir xwe bigihînin kesan. Em hemû gel vedixwînin vê şanoyê ku ew ê ji bo roja îro pir bi wate be.”