Li Danîmarkayê Mîhrîcana Çanda Kurd a Skandinavyayê pêk hat

  • 11:20 1 Îlon 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Çanda Kurd a Skandinavyayê îsal li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê pêk hat. 
 
Mîhrîcana Çanda Kurd a Skandinavyayê li meydana Radhuspladsena Kapenhagê ya Danîmarkayê pêk hat. Di mîhrîcanê de dîmenên rengîn derketin holê. Qad bi rengên kurdewarî hate xemilandin, bi standên ku hatin vekirin çanda Kurdan hate nasandin, turîst û şêniyên Kopenhagê bi muzîka Kurdî hol kirin.
 
Di mîhrîcanê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Ji bo zarokan bernameçêkerê Zarok TV'yê ji bo zarokan performansa xwe nîşan da û bala zarok û mêvanan kişande ser xwe. Di mîhrîcanê de geşedanên siyasî yên Kurdistanê jî hatin nirxandin. 
 
Li mîhrîcanê gelek caran dirûşma ''Bijî berxwedana Amedê, Wanê û Mêrdînê'' hatin berzkirin.  Her wiha di mîhrîcanê de Kemalê Amedê, Hozan Gursel, Şerîf Omerî, Diljen Ronî, Seyfîn Sêwidî, Melek Rojhat, Funk the System derketin ser dikê.