Dengê ji pişt deriyan bilind dibe: Dengbêj Gazin

  • 11:06 20 Tebax 2019
  • Çand û Huner
WAN - Dengbêj Gazin a ku hêza xwe ji jinên mîna Eyşeşan û Meryemxanê girt, di serdemeke û tehamûlî dengê jinê nedihat kirin kilanên xwe gotin. Dengbêj Gazin a ku berî bi salekê jiyana xwe ji dest da li pişt xwe mîraseke mezin hişt û bi kilaman çavên xwe li jiyanê girt. 
 
Dengbêj Gazin (Rukiye Qizil) ku yek ji dengbêjên jin ên navdar bû, berî bi salekê di 21'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Dengbêj gazin a ku zarokatiya wê bi guhdarkirina stranên Eyşe Şan û Meryemxanê derbas bû, li dijî zîhniyeta baviksalar ji pişt derî û dîwaran dengê xwe bilind kir û ji civaka xwe re ragihand.  Dengbêj Gazin hem wekî jinekê û hem jî wekî dengbêjekê mîraseke mezin li dû xwe hişt. Gazin a ku çanda dengbêjiyê bi damezrandina koma dengbêjên jin ên ciwan da jiyîn îro şagirtên wê vê çandê berdewam dikin û li mîrasa Gazinê xwedî derdikevin. 
 
Bi kilamên xwe li dijî tundiyê têkoşîn da
 
Gazin a ku ji paş deriyên girtî dengê xwe ji civaka xwe re ragihand, li Gundekî Tatwana Bedlîsê piştî bi malbata xwe re jiya,   ji ber polîtîkayên koçberkirinê ji gund koçî navenda Bedlîsê tên kirin. Gazin piştî Bedlîsê di 14 saliya xwe de tê zewicandin û vê carê jî li Wanê bi cih dibe.  Gazin a ku di temenê zaroktî de bi mêrekî ku qet nas nake re tê zewicandin, li dijî tundiya ku di tevahiya jiyana xwe de pê re rûbirû dimîne, bi kilamên xwe dibe bersîv. Gazin bi klamên ku dibêje gund bi gund, navçe bi navçe digere û dengbêjên nûh ên ciwan keşf dike. Gazin ji bo ku çanda dengbêjiyê berdewam bike kedek mezin dide.
 
Gazin vê kevneşopiya xwe ya dengbêjiyê bi kilamên ku di dawetan de dibêje dide jiyîn. Gazin a bi zîrekbûn û têkoşîna xwe tê nasikirin, piştî ku xeml û xêza xwe li xwe dike derî li ser xwe digire û dest bi kilaman dike. Dengê Gazinê di nava demê re dîwaran derbas dike.
 
'Kesekî nizanibû ku gazin kî ye'
 
Gazin dengbêja yekem ku ji Wanê derketiye ye. Gazin di reportaja xwe ya ku di 8'ê Adara 2012'an de dide Çîçek Tahaoglu  wiha dibêje: "Di eslê xwe de huner ji aliyê jinê ve pêk hatiye. Dengbêjî jî bi saya jinê ji civakê re bûye mal. Jinan gotiye lê ji mêran re bûye mal. Li gel ku bi dehan albûmên min ên sitrana hene hayê malbata min pir dereng jê çêbû. Kesekî nizanibû ku gazin kî ye.  7 salan veşarî mam. Kasetên min dihatin belavkirin lê min nedikarî bigota ez im."
 
'Ez êş û kêfxweşiya jinê dibêjim'
 
Gazin a ku di 21'ê Tebaxa 208'an de di encama xwînîbûna mêjî de jiyana xwe ji dest da, mirina wê di serî de ji bo hevalên wê yên dengbêj ji bo her kesên ku ew û dengê wê nas dikirin bû xemgîniyeke mezin.  Gazin li mala xwe ya ku wekî arşîvekê ye hat bîranîn digot, "Çi dibe bila bibe ez ê êş û kêfxweşiya jinên kurd bi kilamên xwe bînim ziman."
 
Gazinê Mala Dengbêjan ava kir
 
Gazinê piştî ku di sala 2014'an de li Wanê Mala Dengbêjan ava kir ji bo dengbêjiyê rêya bi sedan jinên ciwan vekir. Gazin a ku bi nefsbiçûkbûna xwe dihat zanîn tenê daxwaza wê piştî mirina wê jî berdewamkirina çanda dengbêjiyê bû.  Ji ber wê Gazinê dema li jiyanê bû dengê xwe ji çar hêlên Herêma Serhedê re ragihand û dema ku jiyana xwe ji dest da jî stran digo. Gazinê bi stranan jiya û bi stranan jiyana xwe ji dest da. 
 
Di sala 2014'an de Organîzasoyna Norevan ya Ermenîstanê di çarçoveya projeya, Jin Evîn û projeya Dengbêjan de Gazin ji bo ku bi Dengbêj Leylayê re sê konserên hevpar bide hat cem. Bi dorê li Êrîvan, Wan û Stenbolê konser dan. Van herdu hunermendan li gel kurdî bi kurdî û Ermenkî jî bi hev re kilam gotin.