Li Merîwanê Mîhrîcana Şanoya Kolanê tê lidarxistin

  • 09:08 20 Tebax 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 14’emîn Mîhrîcana Şanoya Kolanê ya Merîwanê wê 23’yê tebaxê dest pê bike. 38 berhemên şanoyê dê tevlî mîhrîcanê bibin.
 
Li Merîwanê di 23'yê tebaxê 14'emîn Mîhrîcana Şanoya Kolanê tê li dar xistin. Dê 38 berhemên şanoyê tevlî mîhrîcanê bibin. 11 berhemên şanoyê di beşa kêbirkêya Îranê, 5 berhem di beşa ayînî û kevneşopî, 3 berhem jî di beşên cudahiyên pratîkî, 3 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên navxweyî), 7 berhem di beşa navneteweyî (pêşkêşiyên derveyî), 5 berhem di beşa bijartî ya mîhrîcanê 4 berhem jî di beşa zarok û ciwanan derbasê qonaxa dawî ya vê dewreya mîhrîcanê bûne.
 
Mîhrîcana navneteweyî ya şanoya kolanê ya Merîwanê her sal li bajarê Merîwanê bi tevlîbûna gelek kesan tê lidarxistin. Mîhrîcan îsal dê di 23’ê tebaxê de destpê dike û heta 27’ê tebaxê bidome.