Li Qoserê 'Rojên Fîlman' dest pê dike

  • 15:55 29 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Starta 'Rojên Fîlman' ku li Qoserê li 9 taxan wê bên nîşandan di 6'ê Tebaxê de tê dayîn.
 
Muduriyeta Çand û Hunerê û Muduriyeta Karên Civakî ku di bin banê Şardariya Qoserê de dixebtin, bi armanca ji gel re xizmeta çandê bidin "Rojên Fîlman" li  dar dixin. Di çarçoveya bernameyê de wê li 9 taxan ji gel re vekirî fîlm bên nîşandan. Bername di navbera 6-7-8'ê tebaxê de her roj herî kêm li 3 taxan saet di 20.00'an de wê dest pê bikin. Şaredarî bi vê xebatê armanc dike ku bêhtir ji gel re xebatê bike. 
 
Di çarçoveya bernameyê de wê fîlmên bi navê Meş, Reşeba, Biryareke Zor, Annemîn Şarkisi (Strana Dayika min), House Wîthout Roof û ji bo zarokan fîlmên anîmasyon wê bên nîşandan. 
 
Bernameya fîlmên ku wê ji aliyê Muduriyeta Çand û Hunerê û Muduriyeta Karên Civakî ku di bin bangê Şardariya Qoserê de dixebtin bê pêkanîn wiha ye:
 
* 6'ê Tebaxê
 
Li ber Mala Şînê ya Taxa Bahçelîevlerê: Meş
 
Li Taxa Turgut Ozal li Navenda Jiyan: Reşeba
 
Li Taxa Mezopotamyayê Li Navenda Tendirustiyê: Biryareke Zor
 
* 7'ê Tebaxê
 
Li Taxa Ersoylu: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
 
Li Taxa Ataturk li Mala Şînê: Meş
 
Li Taxa Tepebaşi li Parka Mehmet Sîncar: Pînokyo xêzefîlm
 
* 8'ê Tebaxê
 
Li Taxa Cumhuriyetê li Parka 8'ê  Adarê: Annemîn Şarkisi (Strana Dayika Min)
 
Li Taxa Îpekyouyê li Mala Şînê :Reşeba
 
Li Taxa Koçhîsarê: House Without Roof