Walîtî belgefîlma Dayikên Şemiyê qedexe kir

  • 15:26 26 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê, nîşandana belgefîlma Dayikên Şemiyê bi hinceta “Ji bo parastina exlaqa giştî” qedexe kir.  
 
Walîtiya Dêrsimê, belgefîlma Dayikên Şemiyê ya ku hat xwestin ku di Mîhrîcana Xweza û Çand a Mûnzûrê de bê pêşandan bi hinceta “Ji bo parastina exlaqa giştî” qedexe kir. Walîtiyê, di heman demê de Atolyeya Têgeha LGBT’ê jî qedexe kir. Waltiyê bi hinceta “Ji bo parastina exlaqê giştî” her du çalakî qedexe kirin.