Keşîşxaneya Mor Evgînê 2 sal in li benda restorasyonê ye

  • 09:01 23 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Keşîşxaneya Mor Evgîn Bagok 2 sal in li benda restorasyonê ye. Herçend ku Midûriyeta Mûzeyê ya Mêrdînê biryara projeya restorasyonê  dabe jî heta îro tu gav nehatine avêtin.
 
Li Kuntarên Çiyayê Bagokê yê navçeya Nîseybîna Mêrdînê Keşîşxaneya Mor Evgînê 700 sale li benda keşîfkirinê ye. Keşîşxane di dema Romayê de hatiye avakirin û di sala 1970'yan de piştî ku keşeyê wê jiyana xwe ji dest da keşîşxane hat girtin. Di sala 2011'an de bi hewldana keşeyê suryanî Raban Yakîm Unfalê carek din ji îbadetê re hat vekirin.
 
Perwerdeya olî tê dayîn
 
Ji hêla Midûryeta Muzeyê ya Mêrdînê ve 2 sal beriya niha biryara restorasyonê ji bo keşîşxaneyê hatibû dayîn. Restorasyon divê di nav 6 mehan de bi dawî bibûya, lê heta niha gaveke erênî nehatiye avêtin. Her wiha nayê zanîn ku dê kijan demê restorasyon bi dawî bibe. Dîsa jî niha li keşîşxaneyê perwerdeya olî tê dayîn. 
 
300 tesîsên avê hatin avakirin
 
Keşîşxaneya Mor Evgînê li Çiyayê Bagokê yê û 25 km dûrî Nisêybînê ye. Keşîşxane piştî zayînê di sala 363’an de hat avakirin û heta roja me ya îro hatiye. Piştî salan hejmara rahîban gihaşt 350 kesî. Li vir 300 tesîsên avê hatin avakirin û rahîbên ku li Rêya Armûşê bi kar dianîn ji 300 tesîsên avê sûd digirtin. Her wiha rahîben ku ji Keşîşxaneya Mor Evgînê derketin kom bi kom heta Hîndîstanê çûn. Xwendekarên Mor Evgînê heta niha li gund 3 hezar û 333 kes vaftîz kirine.