Li Amedê Rojên Şanoya Gerok a Zarokan

  • 11:42 21 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi eleqeyek mezin dest pê kir. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojên Şanoya Gerok a Zarokan da destpêkirin. Duh êvarê li Bismil û Erxeniyê starta şanoyê hat dayîn û lîstikên hatin pêşandan bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin. 
 
Lîstika “Sê Ezezok” a zarokan ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat amadekirin, li Parka Ciwanan a Erxenî hat pêşandan. Temaşevanan bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kir. Civaka Şanoya Li Dijî Dîwaran jî lîstika “Qeşmer û Peşmerî” li Parka Biratiyê ya Bismilê da pêşandan. 
 
Herwiha lîstikên şanoya zarokan dê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas, Karaz, Gêl, Pîran, Çinar, Hezro, Farqîn, Licê û Pasûrê jî bên pêşandan. 
 
Rojên Şanoya Zarokan a Gerok ku hat destpêkirin dê heta 26'ê tîrmehê berdewam bike.