Starta çalakiyên li Koşuyouyê hat dayîn

  • 10:14 21 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Starta çalakiyên ku wê li Koşuyoluyê mehekê bên lidarxistin bi tevlibûna sedan welatiyan û bi dirûşma "Jiyan ya me ye,  gotin  ya me ye" hat dayîn.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê starta çalakiyên xwe yên ku wê di nabera 20'ê tîrmehê û 18 tebaxê de li dar bixwe bi dirûma "Jiyan ya me ye, Gotin ya me ye"  bi tevlibûna sedan welatiyan duh êvarê da. Di çalakiya ku hat lidarxistin de Hevşaredarê Şaredariy Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, rêvberên HDP û DBP'ê yên navçe û navenda Amedê û hevşaredarên navçeya jî cih girtin. 
 
Beriya ku çalakî dest pê bike ji bo kesên ku li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê lîlandina jinan û dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" mohra xwe li çalakiyê dan. 
 
'Di dema qeyûm de mîhrîcan tune bûn'
 
Di çalakiyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen Uyanik axivî û wiha got: "Bi hatina  qeyûm re hemû çalakî hatin qedexekirin. 4 sal in hûm daxwazên gel hatin redkirin. Lê beriya ku qeyûm bê tayînkirin gelek çalakî û mîhrîcan dihatin lidarxistin. Lê em niha dbînin ku pêdiviya gelê me bi çalakiyên bi vî rengî heye."
 
Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî piştre axivî û di axaftina xwe de anî ziman ku dema ew bi gel re diaxivin gel ji wan pirsa 'berê mîhrîcan dihatin lidarxistin, çima niha nayên lidarxistin' dike û got: "Me ev daxwaza gel pêk anî."
 
Welatiyên ku tevli şahiyê bûn jî diyar kirin ku ew bi şahiyên bi vî rengî gelek kêxweş dibin û xwestin ku ev tenê bi Koşuyolu bi sînor nemîne. 
 
Piştî axaftinan şahî bi li gel stranên hunermendan bi govend û dîlanê bi dawî bû.