Dêra Dermetîna ya 3 hezar salî wek axur tê bikaranîn

  • 09:14 21 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Dêra Dermetîna ya 3 hezar salî ya li gundê Gumuşyuva ya Şemrexê ji ber nayê restorekirin û parastin ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn.
 
Mêrdîna ku bi çand û dîroka xwe bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne, li her derê wê heybetek heye. Li navçe û gundên wê gelek warên dîrokî hene û hîna gelek cihên ku nehatine kifşkirin hene. Yek ji van jî Dêra Dermetîna ya li gundê Gumuşyuva ya navçeya Şemrexê ye. Dêra Dermetîna ya li gundê ku hejmara wê 500 e, 32 kîlometreyî ji Şemrexê dûr e û tê diyarkirin ku ji dema Împaratoriya Roma maye. Dêr li ser qada 570 metrekareyî ye û dirêjiya wê 260 metre bilind e û li ser girê ku 150 metreyî bilind e hatiye çêkirin. Hat hînbûn ku heta niha der barê dêrê de lêkolîn nehatiye kirin.
 
Dêr wek axur tê bikaranîn
 
Tevî ku gundiyan bi dehan carî ji bo restorasyonê serlêdan kiriye jî dêr nehatiye restorekirin û niha ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn. Li keleha ku dêr jî tê de ye, kevirên dêrê şikyane û dîwar hilweşyane.
 
‘Bûye wek efsûnekê’
 
Gundiyan da zanîn ku ew bi derfetên xwe nikarin tiştekî bikin û ji ber vê divê rayedar eleqeder bin û wiha pê de çû: “Ger dewlet vir çêbike wê turîst jî bên. Li Riha, Amed û Mêrdînê ev cih tê zanîn. Der barê Dêra Dermetîna de gelek çîrok, stran hene. Divê xwedî li vir bê derketin. Keleh 3 hezar sal e heta îro li ser piyan maye. Ger bê parastin wê gelek eleqeyê bibîne.”