Li Qamişloyê 3'yemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol hat lidarxistin

  • 15:26 20 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 3'yemîn Pêşengeha Pirtûkan  a Herekol bi dirûşma "Civak dixwîne, civak pêş dikeve"  bi beşdarbûna bi dehan ji nivîskarên pirtûkan li Qamişloyê hat lidarxistin.
 
Bi pêşengtiya Desteya Çandê li hola Zana a kantona Qamişloyê 3'yemîn Pêşengeha Pirtûkan  a Herekol bi dirûşma "Civak dixwîne, civak pêş dikeve" bi beşdarbûna bi dehan nivîskaran hat lidarxisti. Di nava merasîma vekirinê de Zanistvan, Rewşenbîr, Helbestvan şandeya Rêvebriya Xweser, Malbatên Şehîdan, Partiyên siyasî  amade bûn.
 
Ev pêşengeh wê ji 20'êTîrmehê heta 25'ê Tîrmehê bidome. Di nav de  wê nivîskar pirtûkên xwe pêşkêş bikin û  wê semîner werin dayîn. Wekî her sal di 20'ê Tîrmehê de bi boneya bîranîna Rewşenbîr, Nivîskar, Fermendar û şervan  Hesen Çawîş (Herkol bêrî) her sal ev pêşengeh tê lidarxistin.  Ji bo xwedîderketina li vê kesayeta  bi rûmet  yê ku tenê êşa wî welat bû û tim ciwan fêrî xeta rast a azadiyê dikir armanca vekirinê jî xwedîderketina li fikrê têkoşer Herekol bû. Wekî din ji bo belavbûna çanda xwendinê û parastina ziman ev pêşengeh tê lidarxistin.
 
Weşanxaneya Şilêr, sîtavê, Darayê, Avestayê, Amara, Zehra, Razî, Fendî, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Minbic, Kobanê,E frîn , Yekîtiya Nivîskarên Kurên Sûriyê,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê beşdarî pêşengeha pirtûkan bû. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftina vekirinê ji aliyê dayika Hûsên Çawîş (Herekol), Xedîca Çawîş ve hat kirin.
Xedîca wiha got: "Ez dayikeke serfiraz im ku îro ez dibînim ewqas mirov di pêşengeha bi navê Herekol de tên gel hevdu. Têkoşer Herekol ew jî hevalê we ye, tim ji civak, mirov û pirtûkan hez dikir. Ji bo wê jî her çiqas ez qala kesayeta Herekol bikim ez ê nikaribim axaftin û hestên xwe bi dawî bikim. Hêviyên min tim ew in ku xeta  vî hevalê canfeda berdewam be.
 
Li ser navê Desteya Çandê Endama Desteya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axaftin kir û wiha got: "Ev sê sal in em vê pêşengeha pîroz li dar dixin. Kêlî bi kêlî giyanê Hûsên Çawîş bi me re dijîn. Beriya vê rojê me 19'ê Tîrmihê pîroz kir  a ku bi saya wê em van rojên dîrokî dibînin. Dibe berî şoreşê me nedikarî em pirtûkekê bi zimanê  xwe bixwînin, yan jî rewşenbîrên me nikarîbûn bi aramî nivîsekê binivîsin. Îro pirtûkxaneyên me hene, weşanxaneyên me çêbûne, em dikarin bi rengekî azad pirtûkên xwe binivîsin û ji civaka xwe re pêşkêş bikin. Divê tim em di asta xwendinê de xurt bin heta em bikaribin bibin bersiv ji hemû cureyên ku nedihiştin em bi aramî çand, ziman, hestên xwe pêkêş bikin.
 
3'yemîn Pêşengeha Pirtûkan  a Herekol bi dirûşma "Civak dixwîne, civak pêş dikeve"  didome.