'Gotinên pêşiyan rastiya civakê û dîrokê şîrove dikin'

  • 09:03 20 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Jina bi navê Silava Ararat a ku gotinên pêşiyan berhev kir û wekî pirtûkekê çap kir diyar kir ku divê em her dem li nirxên xwe xwedî derkevin û got:"Her pêşgotinek çîrokeke dewlemend û zanebûneke niha rastiya civakan ji me re derdixe holê. Bi vê yekê em  fêrî rastiya jiyanê û dîrokê jî dibin."
 
Nivîskar Silava Ararat di sala 2001'ê de li Kobanê hatiye dinê. Silava di sala 2015'an de dest bi xebata  ragihandina Kurdî dike û bi qasî salekê di ajasa ANHA'yê de nûçegihantiyê dike. Piştî şerê çeteyên DAIŞ'ê û ji nû de avabûna Kobanê, dibistan hatin vekirin û zarokên herêmê bi zimanê dayikê hatin perwerdekirin. Silava di dibistanê de dest bi beşa wêjeya Kurmancî  dike û di  xebatê ragihandinê de jî cih digire. Her wiha xebatên berhevkirina gotinên pêşiyan dike û di nava sal û nîvekê de pirtûka bi navê Gotinên Pêşiyan çap kir. Silava Ararat dibêje: "Ez ê hewil bidim li ser şopa nivîskarên Kurd ên dîroknas û navdar bimeşim û îlhamê ji xebatên wan bigirim."
 
'Ez ê bibim şopdara rewşenbîrên Kurdî'
 
Silava Ararat di derbarê xebatê xwe yê berhevkirina  Gotinên Pêşiyan de wiha got: "Yekem daxwaza min ew e ku ev gotinên bi nirx winda nebin. Ji ber îro di jiyana me de ev gotin hemû tên bikaranîn, lê dibe em ne di wê ferqê de bin. Ev gotinên  bi heybet, helbet ji tecrûbeyên berê  hatina nivîsandin. Divê em nifşên niha fêrî dîroka xwe ya resen bibin û her di mêjiyê me de bimîne . Tim di hundirê min de coşeke mezin hebû. Dema min dibistan dixwend û di nava xebatan de jî min pir gotinên pêşiyan dibihîst û min hewl da ku ev gotinên pêşiyan neyên jibîrkirin. Ji wê demê mereqa min ji nivîsandina gotinênên pêşiyan re çêbû û min biryar da ku ez xebatek wiha bidim meşandin. Ji bo min rewşenbîrên dema berê bi taybet yên ku bi zimanê Kurdî nivîsandine kesayetên bi nirx in, divê em xwedî li keda wan derbikevin û bibin şopedarên wan."  
 
'Gotinên pêşiyan ji bo min mereqa jiyanê ye '
 
Silava di berdewamiya axaftina xwe de qala  amadakariyên çêkirina pirtûka xwe dike û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber mereqa min ji gotinên pêşiyan re hebû, di temenê 16 salî de min dest bi berhevkirina gotinên pêşiyan kir.  Di nava xebatê wêjeyê  de  min cihê xwe girt. Mamosteya  me  ji me xwest ku em gotinên pêşiyan kom bikin. Me  gotin komkirin û li ser çanda civakên kevnar lêkolînên berfireh çêkirin. Min dît ku derdora 200 gotinî li gel min  kom bûye. Li ser vî esasî  min biryar da ku ez van gotinan bikim pirtûk, gotinên pêşiyan ji bo min mereqa jiyanê ye." 
 
'Gotinên pêşiyan rastiya civakekê ye' 
 
Silava wiha dewam kir: "Dema min gotinên xwe kom kirin ez ketim nava  lêgerîna wateya  gotinan. Bi hevalên xwe re ketim nava tevgera gera gundan, ji bo ez mirovên temenmezin bibînim û gotinan ji wan kom bikim. Piştî kedek û xebateke mezin, bi alîkariya Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Kobanê min pirtûka xwe derxist. Çapa pirtûkê cara yekem di sala 2018'an de li Çapxaneya Şilêrê ya  Kantona Qamişloyê hat çêkirin. Ji ber kêmbûna derfetan me nikaribû em hejmareke zêde çap bikin. Niha derfetên me hene ku em hejmara zêde li herêma Kobanê çap bikin. Ji bo min her gotineke pêşiyan çîrokeke û her çîrok rastiya civakê di nava xwede vedişêre." 
 
'Min xwest kevneşopiya civakê û mîrasê dîrokî biparêzim'
 
Silava bi lêv kir ku ger pêşgotin winda bibin gelek rastiyên civakê jî tune dibin û wiha domand: "Di roja me ya îro de pir çîrok û gotin hatine jibîrkirin. Êdî kal û pîrê me diçin ser dilovaniya xwe. Di nifşê nû de zêde bîrwariya dîrokî nîne. Min xwest gotinên pêşiyan kom bikim û weke kevneşopiya civakê  û mîrasê dîrokî biparêzim."
 
'Em ê xwedî li dîroka xwe derkevin'
 
Silava wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê demê de ez li ser nivîsandina pirtûkeke din dixebitim. Eger ez gotinên pêşiyan yên cuda bibînim ez ê wan jî weke berdewamiya pirtûka yekem çap bikim. Pirtûka min a di dema pêşiyê de jî wê li ser  destanên evîndarên di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be. Gelek serpêhatî û çîrokên evîndarî yên herêmên me hene,  niha nehatine nivîsandin û gelek kes jê agahdar nînin. Wek nimûne destana Mûhemed, Tahîr û Zehra, Binevş û Ceblî û Muslim û Emîne. Li ser van çîrokan ez niha agahiyan berhev dikim  da ku bikim pirtûk. Ez ji xwe bawer im ku wê di demek kurt de ez ê  pirtûka  bi navê çîrokên evîndaran binivîsim. Ez bi hêvî me ku em ciwan û zarokên şoreşa jinê xwedî li dîrok, paşeroj û pêşeroja xwe derkevin û nehêlin dîroka me winda bibe."