Piştî qeyûm cara yekem şanoya bi kurdî hat pêşandan

  • 10:23 7 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Li Qoserê, piştî çûyîna qeyûm yekemîn car ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê lîstîka Kurdê ya “Wê Hesab Neyê Dayîn” hat pêşandan. Bi sedan kes şano temaşe kirin.
 
Midûriyeta Karê Çand û Civakî ya girêdayî Şaredariya Qoser a Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî çûyîna qeyûm yekemîn car şanoya Kurdî pêşkêş kir. Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê lîstika “Wê hesab Neyê Dayîn” a ji aliyê Darîa Fo ve di sala 1974’an hat nivîsandin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun kir, pêşkêş kirin. Şanoya ku li Navenda Jinan a Nûda hat pêşandan, ji aliyê bi sedan kes ve hat temaşe kirin.
 
Îro jî dê di piştgiriya Şarêdariya Qoserê saet 20.00’an de, lîstîka Xwazgînî li Navenda Jinan a Nûda bê pêşandan.