'Mîhrîcan dê bi ruhê berxwedanê pêk bê'

  • 11:28 18 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî ji bo 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê banga tevlîbûnê kir.
 
Yekîtiya Jinên Elewî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ya ku di 22'ê hezîranê pêk bê. Di daxuyaniyê de jinan bang li jinên elewî, jinên kurd û dostên xwe kirin ku tevlî mîhrîcanê bibin. 
 
Jinan di daxuyaniya nivîskî de bal kişandin li ser têkoşîn û berxwedana jinan û wiha hat gotin: "Zext û zordariya li jinê ku weke amûreke desthilatdariyê ya zîhniyeta neheq a tekperest derkete holê, her wiha polîtîkayên ji kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinê roj bi roj zêde dibin. Têkoşîna azadiyê ya jinan û civakan jî wê her tim bidome. Mîna; xwişkên Mîrabel, Besê, Zarîfe, Sema, Sakîne û Zîlanan. Mîhrîcan dê bi ruhê azadî û berxwedanê pêk bê."