'Mîhrîcan dê bi ruhê berxwedanê pêk bê' 2019-06-18 11:28:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî ji bo 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê banga tevlîbûnê kir.   Yekîtiya Jinên Elewî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser 15'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ya ku di 22'ê hezîranê pêk bê. Di daxuyaniyê de jinan bang li jinên elewî, jinên kurd û dostên xwe kirin ku tevlî mîhrîcanê bibin.    Jinan di daxuyaniya nivîskî de bal kişandin li ser têkoşîn û berxwedana jinan û wiha hat gotin: "Zext û zordariya li jinê ku weke amûreke desthilatdariyê ya zîhniyeta neheq a tekperest derkete holê, her wiha polîtîkayên ji kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinê roj bi roj zêde dibin. Têkoşîna azadiyê ya jinan û civakan jî wê her tim bidome. Mîna; xwişkên Mîrabel, Besê, Zarîfe, Sema, Sakîne û Zîlanan. Mîhrîcan dê bi ruhê azadî û berxwedanê pêk bê."