Pêşangeha 'Xêzên Windayî' li Kobanê hat lidarxistin

  • 09:22 17 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Desteya Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê, yekemîn pêşengeha bi navê 'Xêzên Windayî'  li dar xist.
 
Bi beşdarbûna sazî, dezgeh û gelê kantona Kobanê bi armanca keda perwerdeya pênc mehan bê  xuyakirin Desteya Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê, yekemîn pêşengeha bi navê 'Xêzên Windayî'  li dar xist.
 
Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser  navê Rêveberiya Çand û Hûnerê Osman Bekî û rêveberê kantona Kobanê Mustefa Êto axivîn û wiha gotin: "Dema ku em navê vê pêşangehê û nasnameya wê bidin ber hev wê wateyeke mezin jê derkevin. Em moralekî mezin didin ku ev huner pêş bikeve û em hêvîdar in ku hemû ciwan berê xwe bidin çand û hunerê."  
 
Piştre qurdeleya sor ji aliyê Saziya Malbatên  Şehîdan ve hat qutkirin. Kesên ku di pêşengehê de cih girtibûn 9 şagirt in û 8 ji wan jin in.
 
Di pêşangehê de 47 tablo hat pêşkêşkirin. Ev pêşangeh wê sê rojan berdewam bike.