Pêşangeha 'Xêzên Windayî' li Kobanê hat lidarxistin 2019-06-17 09:22:08   KOBANÊ - Desteya Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê, yekemîn pêşengeha bi navê 'Xêzên Windayî'  li dar xist.   Bi beşdarbûna sazî, dezgeh û gelê kantona Kobanê bi armanca keda perwerdeya pênc mehan bê  xuyakirin Desteya Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê, yekemîn pêşengeha bi navê 'Xêzên Windayî'  li dar xist.   Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser  navê Rêveberiya Çand û Hûnerê Osman Bekî û rêveberê kantona Kobanê Mustefa Êto axivîn û wiha gotin: "Dema ku em navê vê pêşangehê û nasnameya wê bidin ber hev wê wateyeke mezin jê derkevin. Em moralekî mezin didin ku ev huner pêş bikeve û em hêvîdar in ku hemû ciwan berê xwe bidin çand û hunerê."     Piştre qurdeleya sor ji aliyê Saziya Malbatên  Şehîdan ve hat qutkirin. Kesên ku di pêşengehê de cih girtibûn 9 şagirt in û 8 ji wan jin in.   Di pêşangehê de 47 tablo hat pêşkêşkirin. Ev pêşangeh wê sê rojan berdewam bike.