19'ê Mijdara 2018: Televîzyonên kurdî li dijî tundiyê ekranên xwe reş kirin

  • 09:01 19 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
19'ê Mijdara 2018: Televîzyonên kurdî li dijî tundiyê ekranên xwe reş kirin
 
Stêrk TV, Medya Haber TV,  Aryen TV, Çira TV, Ronahî TV û JIN TV ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê saet di 17.00’an de wêşana xwe rawestandin û ekranên xwe tarî kirin.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir. 
 
2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.
 
2016: Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di çarçoveya hemleya xwe ya bi sernavê "Tolhildana Jinên Êzidî" bi operasyona ku da destpêkirin 3 jin û 5 zarok ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. 
  
2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû. 
 
2017: Cecilia Bartoli tevlî Koma Sistine Şapeliyê bû li Qesra Apostolîk a Vatîkanê bû û piştî 500 sal şûnde cara yekem jinek tevlî komê bû. 
  
1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye. 
 
1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.